Civîna şandeya bilind a YNK û PDKê ya têkildarî geşedanên dawî yên di navbera Herêm û Bexdayê ku li avahiya Mekteba Siyasî ya YNKê ya li bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin, bi dawî bû.
Piştî berdewambûna zêdetirî du saetan, civîna şandeya bilind a YNK û PDKê ya li ser geşedanên dawî yên di navbera Iraq û Herêmê de, bi dawî bû.
Ji aliyê şandeya bilind a PDKê Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Piştîwan Sadiq û Mehmûd Mihemed, her wiha ji aliyê şandeya bilind a YNKê ya li bajarê Silêmaniyê jî Bafil Talebanî, Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Daro Şêx Nûrî û Rifet Ebdulla beşdarî civînê bûn.
Li gorî agahiyan di civînê de amadekariyên civîna 1ê Kanûnê ku dê di navbera rayedarên Herêma Kurdistanê û sê serokatiyên Iraqê de were lidarxistin, hatin nîqaşkirin.
Hate gotin ku PDK û YNKê biryar dan ku bi yek helwestê biçin Bexdayê û ji bo diyaloga li gel Bexdayê biryara du komîte bên avakirin hat girtin.













