• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Şemiyê: Dawî li polîtîkayên înkarê bînin

Stenbol / AW

28 November 2026 - 13:02
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1131emîn a çalakiya xwe de bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî dan ku wezîr îdia kiribû Hasan Ocak û Hayrettîn Eren nehatine binçavkirin û her wiha piştî ewqas salan vekirina dozê ya derbarê Fehmî Tosûn de jî şermezar kirin û wiha gotin: “Em ev gotina wan a nerast qebûl nakin. Dawî li polîtîkayên înkarê bînin.”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1131emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDya Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di hefteya 1131emîn de bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî dan ku wezîr îdia kiribû ku Hasan Ocak û Hayrettîn Eren nehatine binçavkirin.

Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Windayan a ÎHDa Stenbolê Sebla Arcan xwend.

‘Em bi înkarê re rû bi rû ne’

Sebla Arcan anî ziman ku di hefteya 1131emîn de ji bo heqîqet û dadê li vir in û wiha got: “Şahîd, delîl, raporên TBMMê û biryarên dadgehên Ewropayê hene, lê ji bo derxistina heqîqetê tu gavên pêwîst nehatine avêtin. Ji roja ku windayên me hatine binçavkirin ve em bi înkarê re rû bi rû ne. Ev jî pêşiya lêpirsînan digire. Bêbandorkirina lêpirsînan jî polîtîkayên bêcezahiştinê derdixe pêş. Înkarkirina binçavkirina Hasan Ocak û Hayrettîn Eren û vekirina lêpirsînê derbarê Fehmî Tosûn de piştî 29 salan, ev tevahî girêdayî polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Malbatên Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn li Komîsyona Meclisê hatin guhdarkirin. Paşê parlamenterê Yenî Partiyê Okan Konûralp ji Wezaretê Karên Hundirîn re pêşniyazname da. Wezaretê got ku Hasan Ocak û Hayrettîn Eren nehatine binçavkirin û derbarê Fehmî Tosûn de jî piştî 29 salan bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ev bersiv ne rast e, em van wekî polîtîkayên înkarê dibînin.”

‘Em dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin’

Sebla Arcan destnîşan kir ku ew ji Wezîrê Karên Hundirîn Mustafa Çîftçî dipirsin çima windayên xwe digerin û ev tişt anî ziman: “Çima em bi salan e li ber deriyê dadgehan in? Dema ku Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn hatin binçavkirin şahid hebûn. Biryarên DMMEyê hene ku derbarê mijarê de lêpirsînek baş nehatiyekirin. Lê çima hûn lêkolînek baş nameşînin? Çima li şûna ku hûn derbarê windayên me de lêkolîn bikin, berpirsiyariya xwe ji holê radikin? Em ev gotina wan a ne rast qebûl nakin. Dawî li polîtîkayên înkarê bînin. Ji destpêka doza Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn û tevahî dozan de lêpirsînek baş bikin. Çarenivîsa windayên me aşkere bikin. Kiryar û faîlan diyar bikin. Çend sal derbas bibe jî em dev ji lêgerîna heqîqetê bernadin.”

Malbatên Hasan Ocak, Hayrettîn Eren û Fehmî Tosûn jî bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Hundirîn dan û diyar kirin ku heta rastî derkevin holê ew ê têbikoşin.

Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Agiriyê panela ‘Li Rojhilata Navîn Kurd, dîrok, çand û huner’

Li Agiriyê panela ‘Li Rojhilata Navîn Kurd, dîrok, çand û huner’

28 November 2026
Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

28 November 2026
Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

28 November 2026
Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

28 November 2026
‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

28 November 2026
Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

28 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji şivantiyê ber bi mamosteyê ziman ve: Girtîgeh ji bo xwe kir Akademiya Kurdî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-2: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Qanûnên heyî li Sûriyeyê jinan naparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêvajo li benda geşedanên nû ye: Dê deste biçe Îmraliyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Civîna MGKê bi dawî bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • YCK-KURD Konferansa Herêma Tolhildanê li dar xist

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne