Li navenda Colemêrgê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt û deh ciwan binçav kirin. Piştî kar û barên îfadeyan ciwan hemû hatin berdan.
Li navenda Colemêrgê di 7ê mijdarê de piştî maça Amedspor û Galatasarayê ciwanên Colemêrgê rastî heqeret û erişên polîsekî hatibûn. Piştî berteka ciwanan komek din a polîsan hatibûn cihê bûyerê û erişê ciwanan kiribûn. Îro serê sibê polîsan bi ser gelek malên wan ciwanan girt û deh ciwan binçav kirin. Piştî îfadeyan a li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê hemû ciwan hatin berdan.







