• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
10 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Colemêrgê deh ciwanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Li Colemêrgê deh ciwanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

    Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

    Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

    Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

    Bîranîna 16 şehîdên tevgera azadiyê bi dayîna mewlûdê bi dawî bû

    Bîranîna 16 şehîdên tevgera azadiyê bi dayîna mewlûdê bi dawî bû

    Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

    Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

    Meclisa ÎBBê ya DEM Partiyê: Em ê bibin dengê jinan, ciwan û hemû beşên civakê

    Meclisa ÎBBê ya DEM Partiyê: Em ê bibin dengê jinan, ciwan û hemû beşên civakê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Colemêrgê deh ciwanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Li Colemêrgê deh ciwanên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

    Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

    Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

    Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

    Bîranîna 16 şehîdên tevgera azadiyê bi dayîna mewlûdê bi dawî bû

    Bîranîna 16 şehîdên tevgera azadiyê bi dayîna mewlûdê bi dawî bû

    Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

    Zeynep Oduncu: Divê Wezîrê Edaletê bikeve nava liv û tevgerê

    Meclisa ÎBBê ya DEM Partiyê: Em ê bibin dengê jinan, ciwan û hemû beşên civakê

    Meclisa ÎBBê ya DEM Partiyê: Em ê bibin dengê jinan, ciwan û hemû beşên civakê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bernameya Festîvala Fîlman a Rojava diyar bû

Navenda Nûçeyan

10 MIJDAR 2026 - 16:32
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Bernameya 6emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava, diyar bû û festîval di 13ê Mijdarê de bi fîlma Haşîm Aydemîr a bi navê “Heval Kekê Min” dest pê bike.

Bernameya 6emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya ku dê bi şîara “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” diyar bû. Festîval roja 13ê Mijdarê li Navenda Mihemed Şêxo bi fîlma “Heval Kekê Min” dest pê dike. Festîval dê di navbera 13 û 20ê Mijdarê de sînemager û sînemahezan bîne ba hev. Di nîşandana li Navenda Mihemed Şêxo de, li gel pênc fîlmên di beşa “Ji Rojava” de, fîlmên kurt ên Kurdî, belgesel û fîlmên navneteweyî jî dê werin nîşandan. Panel û atolye jî dê li TEV-ÇAND, Sîne Jîn û Hunergeha Welat werin lidarxistin.

Bernameya Festîvalê wiha ye:

13ê Mijdarê

17.00 – Di vekirina festîvalê de MA Music dê konserekê bide û Narin Dance jî dê nîşandana dansê pêşkêş bike.

19.00 – Fîlmê vekirinê “Heval Kekê Min” ê ku derhêneriya wê Haşim Aydemir kiriye dê bi sînemahizan re werin ba hev.

14ê Mijdarê

10.00-12.00 – Belgeselçêker û karkerê kûrguyê Sasha Ayoub, dê li Sîne Jînê behsa xebatên Stories Film Labê bike ku sînemagerên serbixwe yên li Sûriyeyê projeyên xwe tê de pêş dixin. Di rûniştinê de fîlmên ku di çarçoveya bernameyê de hatine hilbijartin dê werin nîşandan.

11.00 – Nîşandanên rojê dê bi fîlmê “The Country Judge” dest pê bikin. Di bernameyê de fîlmên kurt ên kurdî “House of The Moon” û “Dorpêç” û belgesela “The Wedding of the Pirs” jî cih digirin.

15.00-17.00 – Derhênerê dîmenê Cemil Kızıldag, dê li TEV-ÇANDê li ser zimanê dîtbarî yê sînemayê perwerdehiyê bide.

15ê Mijdarê

09.00-13.00 – Atolyeya sê rojî ya li ser bikaranîna ronahiyê ya di sînemayê de ya derhênerê dîmen û ronahiyê Jafar Amin Al-Betar, dê li Hunergeha Welat dest pê bike. Atolye dê di 16 û 17ê Mijdarê de jî di heman saetan de berdewam bike.

09.00-13.00 – Belgeselçêker Guevara Namer, dê li Sîne Jînê pêvajoya çêkirina belgeselê û ezmûnên xebatê yên di qada navneteweyî de binirxîne. Rûniştina duyem a atolyeyê dê di 16ê Mijdarê de were lidarxistin.

11.00 û 11.50 – Du fîlmên yekem ên beşa “Ji Rojava” yên bi navên “Rêwiyên Ser Riya Agir” û “Keziyên Berxwedanê” dê werin nîşandan.

15.00 – Derhênera fîlma “Berbû” Sêvînaz Evdikê, dê li TEV-ÇANDê behsa Festîvala Fîlman a Jinan a Nûjîyan bike. Di heman saetê de li Navenda Mihemed Şêxo belgesela “Kî me ez?” dê were nîşandan.

18.00 û 19.10 – Bi rêzê ve belgeselên “04.17 Adiyaman” û “Pêlên Kurdan” dê bi sînemahizan re werin ba hev. Piştî her du nîşandanan jî dê rûniştina pirs û bersivan were lidarxistin.

16ê Mijdarê

11.00 – Fîlmê “To Fetch a Pail of Water” dê were nîşandan. Di saet 15.00an de jî belgesela “Under the Flags the Sun” dê bi sînemahizan re were ba hev.

15.00-17.00 – Di panela li TEV-ÇANDê de çêkirina fîlman a kolektîf a ku Komîna Fîlm a Rojava ji sala 2015an û vir ve berdewam dike dê were nirxandin. Di panela ku dê ji aliyê Mirzan Bekir ve wre birêvebirin de, ji damezrînerên komînê Diyar Hesso û Şêro Hindê û sêwirînerê deng Coni Docolomansky ê ku di fîlmên “Kobanê” û “Berbû” de xebitiye dê wekî axaftvan beşdar bibin.

17ê Mijdarê

10.00-13.00 – Senarîst Onder Çakar, dê li Sîne Jînê atolyeyekî li ser mijara, ‘Karakterê sereke yê fîlmekî ji qonaxa ramanê çawa derbasî senaryoyê dibe’ pêk bîne.

12.00 û 12.30 – Di beşa “Ji Rojava” de fîlmên “Youthful Wrinkle” û “Nameya Dawî” dê werin nîşandan.

15.00-17.00 – Di panela li TEV-ÇANDê de derhênerê fîlmên “Kuf” û “Kronoloji” Ali Aydin, dê beşdarî panela bi sernavê “Di sînemayê de pirsgirêka Kurd” bibe. Panel dê ji aliyê Berfîn Hezil ve were birêvebirin.

18ê Mijdarê

10.00-13.00 – Li Sîne Jînê fîlmê Ghasan Halawani ê bi navê “Erased, Ascent of the Invisible” dê were nîşandan.

12.25 – Fîlmê 5emîn ê bijareya “Ji Rojava” ê bi navê “Decision” dê were nîşandan.

15.00-17.00 – Li TEV-ÇANDê pirsa “Çima îro li Sûriyeyê xebatên çandî girîng in?” dê were nîqaşkirin. Di panela ku dê ji aliyê Ciwan Tetter ve were birêvebirin de Boushra Adi, Khoshman Qado û Muhammad Hajj Hussein dê beşdar bibin.

Nîşandanên din ên rojê – Ji bijareya fîlmên kurt ên kurdî fîlmên “Gazelle” û “Limo Knew Everything” û fîlmê ku Soudade Kaadan derhêneriya wê kiriye ê bi navê “Nezouh” dê bi sînemahizan re werin ba hev.

19ê Mijdarê

09.00-13.00 – Derhêner Leena Manimekalai, dê li Sîne Jînê li gel nîşandana fîlmê “Maadathy – An Unfairy Tale”, ezmûna xwe ya çêkirina fîlman a bi civakan re parve bike.

15.00-17.00 – Ji derhênerên fîlmê “Silvered Water, Syria Self-Portrait” Ossama Mohammed, dê li TEV-ÇANDê behsa çêkirina sînemayê ya di şert û mercên dîktatoriyê de bike.

17.25 û 17.45 – Ji bijareya fîlmên kurt ên Kurdî fîlmên “Ishaq” û “Fountain” dê werin nîşandan. Di saet 18.15an de jî fîlmê “As We Breathe” dê bi sînemahizan re were ba hev.

20ê Mijdarê În

09.00-13.00 – Derhêner û Nivîskar Liwaa Yazji, dê li Sîne Jînê li ser derbaskirina projeyên fîlman a ji qonaxa ramanê ber bi senaryoyê ve atolyeyekê pêk bîne.

10.00-13.00 – Derhêner Soudade Kaadan, dê li Hunergeha Welat behsa senaryo û pêvajoya çêkirina fîlmê “Aziza” bike.

14.00-16.00 – Fîlmê derhênerê Lubnanî Maroun Baghdadi ê bi navê “Ninety” dê li TEV-ÇANDê were nîşandan.

17.00 – Di bernameya girtinê ya li Navenda Mihemed Şêxo de Hunermend Adnan Karim dê konserekê bide.

19.00 – Festîval dê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe.

Etîket: Festîvala FîlmanFestîvala Fîlman a Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne