Şaxên SESê ya Amedê û Şirnexê kongreyên xwe li dar xistin û rêveberiyên nû hatin hilbijartin.
Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Şaxa Amedê, bi dirûşma “Ji bo her kesî tenduristî û xizmeta civakî ya wekhev, gihîştbar, bêpere û bi zimanê zikmakî” kongreya xwe ya asayî ya 12emîn li dar xist. Kongre li otêlek bajêr pêk hat û gelek endamên SESê, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de li ser girîngiya wekheviya civakî, xizmetên tenduristiyê yên giştî û mafê tenduristiyê yê bi zimanê zikmakî nirxandin û axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan desteya rêveberiyê ya nû hate hilbijartin.
Navên kesên ji bo rêveberiyê hatine bijartin, ev in: “Nazmi Çetînkaya, Berfin Ulus, Serkan Dündar, Bahar Bayındır Dere, Barış İlbasan, Sezgin Güler, Emine Unat Akkaya.”
Şirnex
Şaxa SESê ya Şirnexê jî kongreya xwe ya asayî ya 6emîn li dar xist û rêveberiya xwe ya nû bijart. Gelek endamên SESê, nûnerên rêxistinên sivîl û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal tev li kongreyê bûn. Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat. Rojda Yavaş
û Samet Kaya weke Hevserokên Şaxa SESê hatin bijartin.











