Nivîsîngeha Cigirê Serokwezîrtiya Iraqê Muhsîn Mendelawî ragihand ku têkildarî sektore enerjî, henardekirina neft, rêxistinkirina dahat û elektirîkê bi Herêma Kurdistanê re li hev kirine û bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bûne girêkor.
Piştî ku îro şandeyeke Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kir li bajarê Dihokê bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir, Ofîsa Cîgirê Serokê Hikûmeta Iraqê yê Enerjiyê Muhsin Mandalawî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şandeya hikûmetê ya bi serokatiya Mandalawî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî û hejmarek berpirsên herêmê re li parêzgeha Dihokê bi amadebûna Wezîrê Neftê Basim Mihemed, Wezîrê Elektrîkê Elî Seîd û hejmarek berpirs û şêwirmendan re civînek berfireh lidar xist da ku dosyayên hevpar ên têkildarî enerjiyê yên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêmê de nîqaş bikin.
Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di civînê de bal hatiye kişandin ser rêbazên çareserkirina dosyayên girêdayî sektora enerjiyê û mekanîzmayên hinardekirin, firotina neftê û birêvebirina dahatê. Her wiha ji bilî entegrekirina hevdîtinan li ser birêvebirina neftê, dîsa birêvebirina pêvajoyên hilberînê, hinardekirin li gorî çarçoveya destûrî û qanûnê ku bi awayekî mafên hemû Iraqiyan mîsoger bike, her wiha aktîfkirina alîkariya kerta elektirîk û enerjiyê ku bi rengekê piştgirîkirina aboriya netewî û mîsogerkirina aramiya peydakirina enerjiyê.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Mandalawî di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya berdewamkirina diyalog û hevahengiya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmî de, da ku di mijarên enerjiyê û neftê de bigihîjin têgihiştineke hevpar û li ser hemahengiya planên hilberîn û veberhênanê bixebitin da ku beşdarî dabînkirina pêdiviyên navxweyî û xurtkirina dahata giştî bibin.
Her wiha hate gotin ku lihevkirinek hatiye kirin ku li ser diyarkirina lîsteya demkî ya zelal ji bo çareserkirina dosyayên têkildar, şopandin û bicihanîna wan a bi rêk û pêk ku bi awayekî çareserkirina pirsgirêkên neçareserkirî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de bûne girêkor.













