• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Amedê dema mehserê ye

Heval Onkol / AW

24 COTMEH 2026 - 11:26
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed- Li mezraya Qelesî jinên çar malbatan ji bo mehserê hatin cem hev. Jinan bêyî hêza mêran, bi hêza xwe di 2 rojan de basteq û meşlûl çêkirin û wiha gotin: “Gava jin bibin yek tu tişt li pêşiya wan nabe asteng.”

Bi gihîştina tiriyan li gelek herêman dema mehserê hat. Bêguman Amed jî yek ji van herêman e. Li mezraya Qelesî ya gundê Çemê Êlika yê Licê jî bi gihîştina tirî welatiyan dest avêt çêkirina dims, bastîk û cureyên din ên ji tirî çêdibin. Li vê mezrayê jinên çar malbatan hatin cem hev, hêza xwe kirin yek û basteq û meşlûl (benî) çêkirin.

Xebata jinan 2 rojan berdewam kir. Roja yekem jinan bi hev re tirî çinîn, eciqandin û parzûn kirin. Roja duyem jî ava tirî kelandin û basteq û meşlûl çêkirin. Li vir ji jinan re hêza fîzîkî ya mêran hewce nekir. Li ku derê zehmetî dîtin, sê jinan dest dan hev, hêza xwe kirin yek û pirsgirêk çareser kirin.

Kîmya Onkol û Fîrasete Ozbek derbarê xebatên mehserê de ji ajansa me re axivîn.

‘Tirk e lê Dimilkî û çanda Kurdan fêr bûye’

Kîmya Onkol ku eslê xwe ji Gurgûmê ye got ku piştî ew zewiciye fêrî Dimilkî bûye û axaftina xwe wiha da destpêkirin: “Ez ji Mereşê me, ez tirk im. Ez zewicîme û bûme bûka vî gundî. Ez tirk im, loma zimanê zazakî û karê gund ez li vir fêr bûm. Ez paqijkirina axuran, dotina heywanan û gelek karên gund fêr bûm. Her tiştê xwe ez li vir fêr bûm. Em her tiştê xwe li gund çêdikin, pere nadin û tiştekî nakirin. Dema ez zewicîm hevjînê min nexwest li gund bijî, min ew îkna kir ji bo jiyana li gund.”

‘Em alîkariya hev dikin’

Kîmya Onkol ku du rojan bê navber di çêkirina berheman de xebitî behsa danîna mehserê kir û wiha got: “Em berê tiriyan diçînin, paşê şîreyê wan derdixin, paşê jî şîreyê wan dikelînin. Ez van karan nizanim lê hevalên min van dizanin. Loma ew alîkariyê didin min, ez jî alîkariya wan dikim. Ji vê xebatê jî tê fêmkirin ku gava jin destê hev bigirin tu kar tune ye ku nikaribin bikin.”

‘Kar çend zehmet be jî em jin destê hev digirin û karê xwe dikin’

Fîrasete Ozbekê jî ji serî heta dawiyê behsa çêkirina basteq û meşlûlê kir. Fîrasete Ozbekê bal kişand ser zehmetiya kar û wiha axivî: “Ev kar gelek zehmet e. Em gelek westiyan, qewet di me de nema. Lê carekê jî em nabêjin em nakin. Ev jî parçeyekî gund e; em neçar in ku bikin. Lê kar çend zehmet be jî em jin destê hev digirin û karê xwe dikin. Em jin hem karê mêran dikin hem jî yê jinan. Ev dide nîşandan ku jin dema bibin yek dikarin her karî bi serkeftî bikin.”

Etîket: bastêqbenîdema mehserêdimsmeşlûl
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tehîna berê bi aşên avê dihat hêrandin, niha bi makîneyan tê çêkirin

Tehîna berê bi aşên avê dihat hêrandin, niha bi makîneyan tê çêkirin

10 HEZÎRAN 2026
Tirî dikin dims û belavî malbatên feqîr dikin

Tirî dikin dims û belavî malbatên feqîr dikin

4 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne