Amed- Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku di nav şandeya DEM Partiyê ya serdana Rojava kirî de cih digirt anî ziman ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze saziyên Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe.
Di rojên bihûrî de şandeyek ji Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê derbasî rojavayê Kurdistanê bû û li Rojava bi gelek saziyan re hevdîtin pêk anî. Şandeya ku ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û Hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Devrîm Demîr, Hevşaredara Navçeya Bajarê Nû Safiye Akdag, Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîçî, Hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Rûken Demîr pêk dihat, di hevdîtinên xwe de tercubeyên rêveberiyên xwecihî yên bakurê Kurdistanê bi rayedarên rêveberiyên xwecihî yên Rojava re ragihandin û derbarê rêveberiyên xwecihî de dan û stendin kirin. Hevşaredara Bajarên Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr derbarê serdana wan a Rojava de ji ajansa me re axivî.
‘Armanca serdana me naskirina rêveberiyên xwecihî yên Rojava bû’
Devrîm Demîr diyar kir ku armanca serdana wan naskirina qada rêveberiyên xwecihî ya Rojava bû û wiha got: “Weke qada rêveberiyên xwecihî demek dirêj e me dixwest serdana Rojava bikin. Ji ber ku Rojava salên dirêj in di rewşeke şer de bû, me nedikarî vê yekê pêk bînin. Bi vê serdanê armanca me ew bû rewşa rêveberiyên xwecihî yên Rojava bizanin. Her wiha di pêvajoya entegrasyonê de guhertinên çawa di qada rêveberiyên xwecihî hene me hewl da di vê mijarê de bibin xwedî agahiyek. Her wiha me xwest em hewl bidin bingehekî ava bikin ku qadên rêveberiyên xwecihî yên hemû parçeyên Kurdistanê di pêşerojê de bînin gel hev.”
‘Hikûmeta Demkî dixwaze xebatên şaredariyan negihîje civakê’
Devrîm Demîr li ser rewşa niha ya şaredariyên li Rojava diyar kir ku rewşeke gelekî xirab heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha rewşa şaredariyên Rojava, weke şaredariyên me yên ku qeyim lê hatine tayînkirin e. Li Bakûr rewşa şaredariyên qeyîm li ser peywirê çawa be, rewşa şaredariyên Rojava jî wisa ye. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze qanûnên Rejîma Baasê cardin li ser şaredariyên Rojava serwer bike û çanda şaredariyan a hatiye avakirin biguhere. Di dema pêvajoya xweser de hemû xebatên civakî, çandî, hunerî, ziman û jinan şaredariyan dikir. Niha dixwazin şaredariyan ji van qadan dûr bixin. Li gor hevdîtinên me pêk anîne û agahiyên me wergirtine niha di saziyên Rojava de rewşeke defakto heye. Ji ber ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê jî ne li gorî makezagonekî ye, biryarên dide jî ne li gor makezagonê ne. Ji dema Şara hatiye ser kar heya niha ji bo kar û xebatan budçeyek ji bo şaredariyên Rojava nehatiye şandin. Ev jî dibe sedem ku gelê Rojava di her aliyê xebatên jiyanî de pirsgirêkan bijî. Di dema entegrasyonê de kiryarên wiha mijarên nîqaşê ne û divê rê li ber xebatên şaredariyan were vekirin.”
‘Ji bo destkeftiyên jinan werin parastin divê tekoşîn xurttir bibe’
Devrîm Demîr derbarê hevdîtinên bi saziyên jinan re jî got ku ji îro pêde jinên Rojava ji bo parastina destkeftiyên xwe divê tekoşîna xwe xurttir bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbet di serdana xwe de em tenê bi saziyên rêveberiyên xwecihî sînordar neman. Me serdana gelek saziyên din jî kir û nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Tenê ne di qada rêveberiyên xwecihî de her wiha li ser tevgera jinan jî hewldanên astengkirinê hene. Li Rojava di pêşengtiya jinê de şoreşek pêk hat. Jinan gelek berdêl û berxwedanek bêhempa dan meşandin. Îro pergalek ku jinê weke îrade nabîne, nasnameya wan qebûl nake li ser kar e. Di nav pergalek wiha de pêvajoya entegrasyonê berdewam dike. Jinan heya îro bi awayekî fîzîkî şer dikirin lê ji îro pêde hewceyî bi kedeke dijtartir heye. Ji bo ku destkeftiyên jinan werin parastin bar girantir bûye û divê jin pêtir xwe rêxistin bikin.”
‘Em ê hewl bidin hemû şaredariyên Kurdistanê bigihînin hev’
Devrîm Demîr li ser rewşa giştî ya şaredariyên çar parçeyên Kurdistanê got ku ew ê hewl bidin bi civîn an jî konferansekî hemû şaredariyan bînin gel hev û wiha pêde çû: “Civak tên guhertin û taybetmendiyên xwe yên cuda hene. Li Bakur, Başûr û Rojava tercubeyên cuda yên şaredariyan hene û divê em van tercubeyên xwe bi hev re parve bikin. Helbet ji ber qanûnên heyî rast e rast em nikarin bi awayek fîzîkî alîkariyê bidin şaredariyên Rojava, lê tercubeyên şaredariyên Bakur ên zêdetirî 20 salan hene. Em dikarin di hêla şaredariyek çawa de alîkarî bidin şaredariyên Rojava. Her wiha em bi projeyan xwe bigehînin yekitiyên şaredariyên cîhanê û bikaribin dengê şaredariyên Rojava bigihînin wan deran. Bi dan û stendinê mirov dikare fikrên gelekî bikêr pêş bêxe. Her wiha bi dan û stendinê dibe ku di demên pêş de em bikaribin şaredariyên her çar parçeyên Kurdistanê kom bikin û konferansekî li dar bixin. Ev yek jî weke bernameyek a xebatê di pêşiya me de ye.”
‘Bi vekirina deriyên sînor wê têkiliyên civakê xurttir bibin’
Devrîm Demîr da zanîn ku bi vekirina deriyên sînor wê têkiliyên wan bi binxetê re xurttir bibin û axaftina xwe wiha bi dawî : “Di navbera Rojava û Bakur de sînorek hatiye danîn lê civak ji hev ne dûr in. Ji ber ku em jî ew jî dibêjin binxet û serxet. Rastî çûna me gelekî bi kelecan bû. Her saziya ku me serdana wan kir, ew jî bi kelecan bûn. Piştî salên dirêj çûyîna me gelekî bi wate bû. Bi vekirina deriyên sînor hatin û çûyîn wê zêdetir bibin û dê têkiliyên di nava saziyan de jî xurtir bin. Em hêvî dikin demek zû hemû derî werin vekirin û têkiliyên werin danîn civaka xurttir bike.”











