* Şêniyên gundên navçeya Şaxê ya Wanê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê di serî de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin û girtiyên azadiyê werin berdan.
* Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku derengxistina pêkanîna qanûna çarçoveyî di pêvajoyê de fikaran çêdike û wiha got: “Bingeha pêvajoyê birêz Ocalan ava kiriye. Aktorê serekê yê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Heke şert û mercên wî neyên başkirin, nekaribe bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike, fikrên xwe bi civakê re parve bike gelo pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?”
* Edîtorê Bianet Kurdiyê rojnameger Aren Yildirim derbarê sansur, astengî û qedexekirina li ser medyayê de diyar kir ku desthilat naxwaze gel agahiyên derbarên bûyerên li Tirkiyeyê pêk tên çêbibe û ji ber vê yekê sansurê hem li dijî gel û hem li dijî medyayê bi kar tîne û wiha got: “Êdî sansur bûye tecrîdeke dijîtal. Divê li dijî sansurê civak bi hemû dînamîkên xwe ve li dijî vê sansurê bisekine.”
* Berpirsyarê Binesaziya Amedsporê Hadî Yakişan da zanîn ku armanca wan ew e ku ew Amedsporê bibin ber lingê zarokan û wiha axivî: “Amedspor ne tenê tîmeke herêmî ye, tîma gel e. Ji ber vê yekê, li her devera ku gelê me lê ye, divê Amedspor jî li wir be.”
* Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku di nav şandeya DEM Partiyê ya serdana Rojava kirî de cih digirt anî ziman ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze saziyên Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe.
* Hevşaredarê Tuşbayê Umît Keser derbarê plana îmarê û veguherîna bajêr ên li taxên Kalecîk û Şemsîbeyê yên navçeya Tuşbayê de axivî û wiha got: “Plana heyî dê bibe sedema xirakirina gelek xanîyan. Em li dijî veguherîna bajêr nîn in, lê veguherîn bi zilmê nabe.”
* Bi biryara Navenda Koordînasyona Veguhestinê (UKOME) heqê rêya di nav bajêr de ji sedî 20 hate zêdekirin û heqê rê bû 42 lîre. Welatiyên Wanê li dijî vê biryarê nerazibûna xwe anîn ziman û gotin ku bihakirina heqê rê barekî giran e.
* Yek ji guherîner û pêşengên herî mezin ên edebiyata Kurdî ya nûjen Erebê Şemo, di salvegera mirina xwe de nehet jibîrkirin. Bi nivîsandina romana xwe ya bi navê “Şivanê Kurmanca”, di dîroka wêjeya Kurdî de gaveke mezin û dîrokî avêt.
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê geşedanên di rojevê de dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14:00)
Kirmanckî
* Şaredarîya Çêrmûgî ya ke destê AKP’yî de ya, dormeyê Pirdê Haburmanî yê tarixî pak nêkena û nê semedî ra dormeyê pirdî bîyo sey çopgeh. Hemwelatij Faruk Yilmazî seba dormeyê pirdî ajansê ma rê qisey kerd û wina vat: “Dormeyê pirdî pak nîyo û her ca çop o. No problem teyna kêmanîya şarî nîyo, zafêrî kemanîya şaredarî ya.”
* Pîyê Rojîn Kabaîşe, Nîzamettîn Kabaîşî da zanayene ke serê merdena keyna ey ra 2 serrî ra zêdeyêro ke wext vîyarto la dosya de yew averşîyayene nêbîya û testê dîatomî nêameyo kerdene. Nîzamettîn Kabaîşî vat ke: “Cayê gureyî de sînyalê 6 telefonan ameyê tespîtkerdene, keyna mi ameya qetilkerdene; eke hewce bibo ma eşkenê mezela aye bidê akerdene û heta ke qatîlê keynaya mi nêrê vênitene ma têkoşînê xo bidê.”













