• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

    Li mala xwe kuştî hate dîtin

    Li mala xwe kuştî hate dîtin

    Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

    Bahadir Altan bi şertê ‘kontrola edlî’ hate berdan

    Li Îzmîrê 12 rojnameger ji kar hatin derxistin

    Li Îzmîrê 12 rojnameger ji kar hatin derxistin

    Berîtan Guneş: Hûn ê bêyî cudakariyê kesên winda bigerin an na?

    Berîtan Guneş: Hûn ê bêyî cudakariyê kesên winda bigerin an na?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

    Li mala xwe kuştî hate dîtin

    Li mala xwe kuştî hate dîtin

    Parezvanê mafê mirovan Bahadir Altan hat binçavkirin

    Bahadir Altan bi şertê ‘kontrola edlî’ hate berdan

    Li Îzmîrê 12 rojnameger ji kar hatin derxistin

    Li Îzmîrê 12 rojnameger ji kar hatin derxistin

    Berîtan Guneş: Hûn ê bêyî cudakariyê kesên winda bigerin an na?

    Berîtan Guneş: Hûn ê bêyî cudakariyê kesên winda bigerin an na?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Westrheim: Pêvajo firsendê pêşkêş dike
Leyla Zana: Divê birêz Ocalan dikaribe bi gelê xwe re rabe

Navenda Nûçeyan / AW

15 COTMEH 2026 - 13:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amadekara Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê Seroka EUTCC Kariane Westrheim di destpêka konferansê de axivî û diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk firsendeke girîng pêşkêş dike û aştî bi xwe pêk nayê û ew tevkariyê li vê pêvajoyê dikin. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana jî got: “Divê polîtîkaya redkirinê êdî bi dawî bibe û polîtîkaya qebûlkirin û naskirina Kurdan bikeve şûna wê. Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelê xwe re deyne.”

Roja duyemîn a Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê bi axaftin û peyaman destpê kir. Di konferansê de peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê şandibû jî hate xwendin.

Amadekara Konferansa 20eemîn Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Ewropayê (EUTCC) hîndekara Zanîngeha Bergen a Norwêcê Kariane Westrheim destpêkê axivî.

Di rûniştina destpêkê de ku endama Desteya Rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdeviren moderatorî jê re dikir û Kariane Westrheim spasiya kedkarên konferansê kir û qala guherînên siyasî û şêweyên tevlibûnê yên ji sala 2004an ên destpêka konferansê û vir ve kir.

Kariane Westrheim piştre bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha got: “Navê birêz Ocalan êdî di çarçoveya aştî û çareseriya siyasî de li saziyên Ewropayê bi eşkere tê nîqaşkirin.”

‘Banga Ocalan li Parlamentoyê hate nirxandin’

Kariane Westrheim bal kişand ser pêvajoya ku di 2025an de dest pê kir û ev yek anî ziman: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan ku sala 2025an kir, li Parlamenta Ewropayê hate nirxandin. Parlamenta Ewropayê bûyerên piştî vê bangê weke firsendeke dîrokî pênase kir. Eger Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, dema ku mijar bibe demokrasî, mafên mirovan, serweriya hiqûqê û azadiya siyasî nabe ku di pirsgirêka Kurd de îstîsnayê bike.”

Kariane Westrheim ragihand ku pirsgirêka Kurd gelekî berfireh bûye, meseleya Kurd bi xwe divê bi aliyê xwe yê siyasî bê nirxandin û got: “Ev jî ferz dike ku diyaloga siyasî û rola Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin.”

Kariane Westrheim destnîşan kir ku wan pirsgirêka Kurd ti carî di çarçoveya sînorên Tirkiyeyê tenê de nenirxandiye û konferansa EUTCC û torên ku ava kiriye ji çar parçeyên Kurdistanê, yanî ji Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê deng û nêrînên cuda gihandiye hev.

‘Aştî bi xwe pêk nayê’

Kariane Westrheim axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya îro firsendekê pêşkêş dike. Lê belê ev firsend hîn aştî bi xwe nîn e. Divê em bi hêvî nêzî vê demê bibin, lê belê ji rastiyê jî dûr nekevin. Aştî ne tiştekî wiha ye ku bi xwe pêk were. Destketiyên Kurdan ên salên dawî bi dest xistine hîn garantîkirî nîn e. Ji ber vê yekê jî EUTCC hîn xwedî roleke girîng e. Wezîfeya me ya îro tevkariya li piştgiriya vê pêvajoyê ye.”

Sînevziyon û peyama Ocalan

Piştî axaftina Kariane Westrheim sînevîzyonek li ser 20 salên dawî ya Konferansên Kurd ên li Parlamenta Ewropayê hate nîşandan. Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo konferansê şandibû, hate xwendin.

Zana: Divê êdî naskirin û qebûlkirin bikeve şûna redkirinê

Xelatgira Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê ya Parlamenta Ewropayê Leyla Zana ku nekarî beşdarî konferansê bibe peyamek şand. Peyam ji aliyê Kariane Westrheim ve hate xwendin. Leyla Zana di peyama xwe de wiha dibêje; “Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd deriyekî gelekî dîrokî vebûye. Li dawiya tunelê ronahiyeke hêviyê ya gelekî xurt a ji bo siberojê xuya dike. Ji bo ev ronahî veguhere rastiyê, divê hemû aliyên siyasî bi berpirsyariyê rabin. Di heman demê de berjewendiya hevpar a her kesî ye. Ev berpirsyarî ya hemû aliyan e. Divê polîtîkaya redkirinê êdî bi dawî bibe; polîtîkaya qebûlkirin û naskirinê bikeve şûna wê. Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelê xwe re çêke û ev meseleya bi pirsgirêk bêyî derengketinê bê çareserkirin.”

ŞîrÎn Ebadî: Birêz Ocalan gelekî bi wêrekî tevgeriya

Axaftvana sêyemîn a rûniştina destpêkê palpiştê konferansê Xelatgira Nobelê aktîvîsta mafên mirovan a Îranî Şîrîn Ebadî bû. Şîrîn Ebadî wiha got: “Beriya her tiştî spasiya birêz Ocalan dikim ku keda xwe di lidarxistina vê konferansê de heye. Birêz Ocalan bi wêrekî guherînên dibin dibîne. Ez birêz Ocalan pîroz dikim, ji ber ku bi wêrekî guherînên diqewimin dît. Dît ku êdî şert û merc rê nade têkoşîna çekdarî û biryar da ku li şûna çekê bi pênûsê têbikoşe. Bi dîtina min ev biryar gelekî rast e.”

Şîrîn Ebadî bal kişand ser rewşa li Îranê û got, “Li welatê me Kurd, Belûc, Azerî, Ereb; gelên cuda hene. Mixabin Komara Îslamî ya Îranê zimanên van gelan bi fermî nas nake. Halbûkî Kurd jî di nav de ev gel divê karibin li gel Farsî bi zimanê xwe hîn bibin, bixwînin û binivîsînin. Farsî dikare bibe zimanê hevpar ê me hemûyan; lê belê her gel divê xwedî wî mafî be ku li welatê xwe bi zimanê xwe hîn bibe û bi kar bîne.”

Şîrîn Ebadî herî dawî anî ziman ku ew hêvî dike ku di konferansa sala bê de Abdullah Ocalan jî bibîne û destnîşan kir ku dewlet bi berdana Ocalan re wê gavekê biavêje û pêvajoya tevlibûna li nava Yekîtiya Ewropayê jî hîn kurt bibe.

‘Bi fêmkirina ji hev aştî pêkan e’

Şêwirmendê Navbeynkar ê Neteweyên Yekbûyî Mark Muller jî axivî û wiha got: “Ez dixwazim îro li vê derê destpêkê vê peyamê bidim: Aştî pêkan e. Ne tenê ji bo temenê me di nava van deh salan de em dikarin bigihêjin aştiyê. Ji bo pêkhatina vê jî divê hemû alî îradeya siyasî nîşan bidin. Em weke navbeynkar û parêzvanên mafên mirovan di nava 40 salên dawî de hîn bûn ku çareseriyeke leşkerî ya vî şerî nîn e. Lê belê heta ku hemû alî fikarên hev fêm nekin û deriyekî serdemeke nû venekin, wê çareseriyeke aştiyane jî nepêkan be. Ji bo aştiyê birêvebirina muzakereyê qet ne hêsan e. Divê alî hevdu fêm bikin û ji lihevkirinê re amade bin. Lê belê destketiyeke ji vê hêjatir bê bidestxistin nîn e.”

Girîngiya rola Abdullah Ocalan

Muller ku di heman demê de yek ji parêzerên Abdullah Ocalan ên li Dadgehên Ewropayê bû û wiha got: “Otorîteyên cemaweriyê qebûl bikin an jî nekin, rola Abdullah Ocalan ne tenê ji aliyê bêçekbûnê û teşwîqkirina ji bo tevlbûna jinûve ya li nava civakê, di heman demê de ji bo lihevkirinê û nûbûnê gelekî krîtîk e. Ne karê min e ku ji Tirkiyeyê re bibêjim bê divê bi çi rengî nêzî vê meseleyê bibe. Lê belê weke yek ji parêzerên berê yên Abdullah Ocalan wê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, wezîfeya min e ku balê bikişînim ser wê yekê ku dadgehê hîn biryara xwe ya têkildarî mercên ragirtina wî bi cih neaniye.”

Muller bi taybetî bal kişand ser Mafê Hêviyê û ev yek destnîşan kir: “Aştî pêkan e; yekane tişta divê bê kirin danîna îradeya siyasî ye.”

Etîket: Abdullah OcalanDr. Şirîn EbadîKariane WestrheimKonferansa Kurd a li Parlamenta EwropayêLeyla ZanaPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Siyaseta gelparêz rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide

Abdullah Ocalan: Divê Jineolojî bibe bingeha zanistî û birdoziyê

16 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Karên Enternasyonel dikare demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin

Abdullah Ocalan: Karên Enternasyonel dikare demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin

15 COTMEH 2026
Bayram Bozyel: Bêyî yekîtiyê kes nikare bi ser bikeve

Bayram Bozyel: Bêyî yekîtiyê kes nikare bi ser bikeve

15 COTMEH 2026
Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

14 COTMEH 2026
Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

13 COTMEH 2026
Turkdogan: Niha ya herî girîng azadiya şert û mercên xebata birêz Ocalan e

Turkdogan: Niha ya herî girîng azadiya şert û mercên xebata birêz Ocalan e

10 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne