Îro serê sibehê polîsan ser avahiya Halk TVyê girt, qeyim tayînî qenalê hat kirin û weşana wê hat sekinandin. Parlamenter û Serokwekîlê Koma Yenî Partiyê Alî Mahîr Başarir diyar kir ku armanca vê operasyonê bêdengkirin e û got: “Em bang li gel dikin ku xwedî li demokrasiyê û Halk TVyê derkevin.”
Vê sibehê qeyûm li ser Halk TVyê hate tayînkirin. Bi biryara tayînkirinê re bi sedan polîs ketin nav avahiya HalkTVyê û li pêşiya avahiya Halk TVyê ketina hundir heya demekê asteng kir. Dorpêça polîsan li ser avahiya televîzyonê didome. Derbarê mijarê de, Serokê Lijneya Weşanê yê Halk TVyê Cafer Mahîroglû jî di nav de, li ser 18 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û ji van 11 kes hatine binçavkirin. Parlamenterên Yeni Partiyê hatin li Halk TVyê û piştî ku ji avahiyê kanalê derketin, daxuyanî dan.
‘Halk TV bi salan ji bo gel weşanê dikir’
Alî Mahîr Başarir diyar kir ku operasyona Halk TVyê ji ber xebatên rojnamegeriyê hatiye kirin û got: “Halk TV bi salan ji bo gel weşan dikir. Îro qeyûm hate tayînkirin. Îro tenê çend kanal hene ku weşanên muxalîf dikin. Bi dehan kanalên desthilatdarê hene. Armanca vê operasyonê jî bêdengkirin e. Di saet 5ên sibehê de qeyûm hate tayînkirin. Em bang li gel dikin ku xwedî li demokrasiyê û HALK TVyê derkevin. Ev kanal ji bo me hemûyan pêwîst e. Em ji sibehê ve li vir in û em ê li vir bin.”
‘Dixwazin tu kes rastiyê neaxive’
Parlamenterê yenî Partiyê yê Eskîşehîrê, Ûtkû Çakirozer jî anî ziman ku ji ber lêkolînkirina rastiyê ev kanal hatiye reşkirin û wiha axivî: “Îro doza Îmamoglû heye, ev ne tesaduf e. Dixwazin tu kes rastiyê neaxive. Hîn hincet nehatine piştrastkirin, qeyûm tê tayînkirin. Em bi eşkere dibêjin ku îro reşkirin heye. Ev kanal gendeliyên desthilatdarê eşkere dikir. Ji ber vê yekê ev operasyon pêk hat. Îro gelek kanal ji aliyê desthilatdarê ve tên kontrolkirin. Malper û hesabên rojnamegeran tên girtin. Em sedema vê yekê dizanin. Li holê sûcdarî heye.”
Li derdorê avahiyê kanalê dorpêça polîsan didome.
















