Li Amed, Sêrt û Êlihê bi hezaran kes li hember Komploya 9ê Cotmehê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
Bi hezaran welatiyên ku li Amed, Sêrt û Êlihê li hev kom bûn Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin.
Amed
Komploya 9ê Cotmehê ya 1998an ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû li Amedê bi meşeke tevilbûna hezaran kesan hat şermezarkirin. Li gel Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, parlementerên DEM Partiyê yên Amedê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî hezaran welatî tev li meşa ji ber avahiya N City destpê kirî bûn. Di meşê de pankartên, “Bi rihê rêhevaltiya komînalîst em ê taritiya li ser ronahiya xwe rakin“ , “Li hember komployê niha dema jinê ye’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatin hilgirtin. Girseyê bê navber diruşmên, “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Aştî aştî ji bo Serok azadî” hatin berzkirin.
Piştî ku girse gehişt Parqa Koşuyoluyê Hevseroka MED Tuhad-Fedê Pinar Sakik Tekîn got ku ew Komploya 9ê Cotmehê şermezar dikin û wiha axivî: “Beriya 28 salan li hember vîna gelekî komployek pêk anîn û Rêber Apo ji Sûriyeyê derxistin. Di van 28 salan de li gel hemû astengiyan ne gelê Kurd ne jî Birêz Abdullah ji lêgerîna çareseriyê venegeriyan û ev jî dide nîşandan ku ev komplo bi ser neket. Îro Rêber Apo gavek daye avêtin û bûye sermuzakerevanê Pêvajoya Aştî û Demokratîk. Ji bo ku ev pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigehe azadiya xwe ya fizîkî û ji aliyê dewletê ve gavên şênber werin avêtin.”
‘Vîna Ocalan komplo vala derxist’
Piştî Pinar Sakik Tekîn, Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komployê xwestin lîstikek mezin bilîzin û wiha got: “Em Komploya Navneteweyî ya beriya 28 salan li ser Birêz Ocalan pêk hatî şermezar dikin. Bi komployê lîstikek gelek lezin li ser gelê Kurd lîstin lê di roja destpêkê ya komployê de Birêz Ocalan li ber xwe da. Bi vê sekna Birêz Ocalan komplo vale hat derxistin. Em îro piştî 28 salan bi vê seknê gihiştine konaxa aştiyê. Birêz Ocalan bi vê pêvajoyê dixwaze pirsgirêka gelê Kurd di qada siyaseta demokratîk de çareser bike.”
‘Azadiya Ocalan dê pêvajoyê bibe serî’
Serhat Eren di berdewama axaftina xwe de bal kişand azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Divê êdî di vê pêvajoyê de Birêz Ocalan azad bibe. Qanûnek derketiye rast e lê ev qesl û divê were berfirehkirin. Divê Birêz Ocalan ji bo pêşketina pêvajoyê bikaribe bi her alî ve têkilî dane û bi azad tevbigere. Dewlet 12 sal in li hember biryarên DMMEyê radisweste û azadiya Ocalan pêk naîne. Li Tirkiye, Kurdistan û derveyî welat hêzên ku dixwazin zîhniyeta komployê bimeşînin hene û divê dewlet li hember vê zîhniyetê demek beriya demekî gav biavêje. Destpêka vê gavê jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em careke din komployê şermezar dikin.”
Piştî axaftina Serhat Eren girse bi diruşma, “Bijî Serok Apo” belav bû.
Sêrt
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Sêrtê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 1998an a ku ji hêla hêzên navneteweyî ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû ji ber derê avahiya DEM Partiyê heta cadeya Guresê meşiyan, daxuyanî dan û komployê şermezar kirin. Di çalakiyê de rêveber û endamên her du partiyan ên navend û navçeyan, Parlamenentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên navend û navçeyan û gelek rêveberên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî, azad bike rêbertî” û “Slav slav hezar slav ji Îmraliyê re hezar slav” berz kirin. Û girseyê diwîzên “Jin kirdeya aştiyê ne”, “Pêdiviya me bi aştiyê heye, ne bi şer”, “Ne fikrên girtî, fikrên azad aştiyê mezin dike”, “Mîmarê aştiyê yê xelata nobelê Ocalan e” û “Rêya bi hezar km yî bi gavek tê destpêkirin” hatibûn nivîsandin. Her wiha pankarta “Ji komployê re na, Azadî ji bo birêz Ocalan” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hela rêveberê DEM Partiyê Hasan Polat ve hate xwendin.
Hasan Polat di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku Komploya Navneteweyî ya ku di 9ê Cotmaha 1998an de hatibû destpêkirin, ne tenê derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê hedef girt bû gû got: “Bi vê komployê re hat xwestin ku derbeyek li îradeya azadiyê û hêviya çareseriya demokratîk a gelê Kurd bê xistin. Tişta ku di şexsê Rêber Apo de hat hedefgirtin, hebûna gelê Kurd, têkoşîna azadiyê û hêviya Rojhilata Navîn a demokratîk bû. Siyaseta tasfiyeyê ya ku di 9ê Cotmehê de hat destpêkirin, bi komploya 15ê Sibatê berdewam kir. Lê belê berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo û siyaseta gelê Kurd a ku serî netewand, ev komplo pûç kir. Fikra ku dixwestin bêdeng bikin, îro bi milyonan re civiyaye.”
‘Rêya vê yekê eşkere ye’
Hasan Polat di berdewama axaftina xwe de balê kişand ser israra çareseriya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e didomîne got, delîlên herî bihêz a pûçkirina komployê ye û wiha axivî: “Gelê Kurd li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên ku sed salek zêdetir in berdewam dikin. Rêya vê yekê eşkere ye. Mîna gava yekem, divê mercên ku Rêber Apo bikaribe tê de bi azadî bijî û bixebite di cih de bên afirandin. Çareseriya demokratîk û hiqûqî ya pirsgirêka Kurd divê misoger bibe.”
‘Li Tirkiyeyê û cîhanê demokrasî û aştiyê dixwazin’
Hasan Polat bi bîr xist ku bi bangawazîya “Aşitî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de kir, ji bo bi dawîkirina berdewam a pêvajoya pevçûnê ya ku zêdetirî 40 sal in di navbera dewleta Tirkiyeyê û Tevgera Azadiyê de berdewam dike û gaveke mezin hat avêtin û axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ bi Qanûna Zêdekirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûnê ya bi hejmara 7595an li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê derbasî qonaxeke qanûnî hat kirin. Ji ber vê yekê, di bi dawîkirina pêvajoya pevçûnê de li gorî daneyên fermî bûye sedema mirina 50 hezar mirovên me de rolê birêz Abdullah Ocalan mezin e.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Hasan Polat bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Azadiya gelê Kurd ji azadiya gelên Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî ji demokratîkbûna Tirkiyeyê cuda nayê kirin. Domdariya aştiyê, bi xurtkirina hevpar a hiqûq, edalet, wekhevî û siyaseta demokratîk ve girêdayî ye. Ji vir em careke din bi biryardariya xwe ya têkoşînê diyar dikin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û paşeroja wekhev û azad a gelan, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û bi çepikan bi dawî bû.
Êlih
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû li dar xistin ji Cadeya Gulistanê heta Parka Yilmaz Guneyê meşiya piştre daxuyanî dan. Di çalakiyê de gelek rêveber û endamên DEM Partiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakê û gelek kes beşdar bûn. Beşdarvanan di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre komploya 9ê Cotmehê”, “Elçiyê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Hevseroka Rêxistina DEM Pariyê ya Êlihê Semra Guneş di çalakiyê de axivî û got: “Komploya Navneteweyî ya ku beriya 28 salan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, polîtîkayeke li dijî têkoşîna azadiyê ya gelan û vîna jiyana hevpar a wekhev a gelên Kurd û Tirk bû.”
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk axivî û got: “Bi pêvajoya ku hatiye destpêkirin re dê modeleke nû ya Tirkiyeyê çêbibe. Em jî hewl didin aştiyeke û civakeke demokratîk ava bikin. Bi vê wesîleyê em vê komployê careke din şermezar dikin.”































