Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) piştî hilbijartina xwe ya 3yê Cotmehê civîna xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya meclisê ya serdama nû bijart.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) di 3yê Cotmehê de kongreya xwe pêk anî. Rêveberiya DTSOyê ya nû îro civiya û hilbijartina organên rêveberiyê ango rêveberiya meclisê ya serdemê nû bijart.
Mehmet Kaya wekî Serokê Lijneya Rêveber, Şeyda Arslantaş jî wekî Seroka Meclisê hatin hilbijartin. Di serdema nû de tê armanckirin ku temsîliyeta jinan bê xurtkirin, beşdariya aborî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bê piştgirîkirin û xebatên ji bo pêşketina herêmî zêdetir bibin.
Di hilbijartinê de Lijneya Rêveber, Desteya Serokatiya Meclisê, Lijneya Disîplînê û nûnerên Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê (TOBB) jî hatin destnîşankirin.
Di hilbijartinên ku bi dengê yekgirtî yê endamên Meclisa DTSOyê pêk hatin de, Şeyda Arslantaş weke Seroka Meclisê, Erdem Elbîr û Veysî Aldemîr wekî Cîgirên Serokê Meclisê û Berivan Yaşar weke Endama Sekreter a Meclisê hatin hilbijartin.
Lijneya Rêveber a nû ya DTSOyê di bin serokatiya Mehmet Kaya de, ji van kesan pêk tê: Seda Berekatoglu, Nuriye Olmez Yilmaz, Erdal Avşar, Remzi Ocal, Abidin Kakdaş, Suleyman Yıldırhan, Suleyman Demirok, Çetin İnanç, Vechettin Alsaç û Mehmet Orak.












