Dikandarên Sîteya Komirfiroşan û welatiyan diyar kirin ku mûçeyê teqawîtan û mûçeya kêmane têrî kirîna toneke komirê nake û zivistana li pêşiya wan dê gelekî bi zor û zehmet derbas bibe.
Li bajarê Wanê ku mercên zivistanê lê gelekî giran derbas dibin, bi nêzîkbûna mehên sar re hewcedariya komir, dar û sotemeniyê zêde dibe. Ji ber alozî û xetereyên li Deryaya Reş, Şerê Rûsya-Ûkranyayê, nedîtina komira îthal (derveyî welat) û bihabûna neqliyetê, bihayê komirê li gorî sala borî ji sedî 90 zêde kiriye. Niha tona komirê derketiye 20-24 hezar lîreyan û mûçeya kêmane têra kirîna toneke komirê nake. Dikandarên Sîteya Komirfiroşan a Wanê û welatiyên ku çûne amadekariyên zivistanê bikin, zehmetî û desttengiya xwe ji ajansa me re vegotin.
‘Ji ber astengiyên li Deryaya Reş komir nayê, îsal dê gel bicemide’

Ji xwediyên depoya komirê Hasan Seyhan anî ziman ku ew ji sala 1990î ve di vê sîteyê de dikandariyê dike û rewşa krîzê wiha raxist ber çavan: “Sala borî dema sezon dest pê kir tona komirê 12 hezar lîre bû, dema qediya bû 14 hezar lîre. Îsal dema me dest pê kir 15 hezar lîre bû, lê niha bûye 20 hezar lîre. Sedema sereke girtina rêya Deryaya Reş û bombardûmankirina keştiyên komirê yên ji aliyê Rûsyayê ve ye. Li bendergehên Îskenderûn û Deryaya Reş jî komir tune ye. Komira navxweyî jî têr nake û kalîteya wê kêm e. Tenê di vê mehê de 130 dolar zam hat ser tona komirê û neqliye jî 600 lîre zam xwar. Welatiyekî teqawîtbûyî 23 hezar TL mûçe digire, tona komirê jî 20 hezar TL ye. Em êdî şerm dikin ku bihayê wê ji welatiyan re bêjin. Divê rayedar ji bo ewlehiya keştiyan li gel Rûsyayê bikevin diyalogê, nexwe vê zivistanê dê gel bicemide.”
‘Dibe ku dawiya salê tona komirê bibe 33 hezar lîre’

Dikandar û serokê Sîteya Komirfiroşan Fehîm Yakut jî bal kişand ser ferqa mezin a bihayê di navbera du salan de û wiha axivî: “Îsal li ser tona komirê 10 hezar lîre ferq çêbûye. Cureyê baş ê portaqalî îro bûye 23-24 hezar lîre. Sala borî me bi texsît dida welatiyan lê îro ev tişt ne pêkan e. Ji ber şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de keştî di Deryaya Reş de asê dimînin. Heke ev rewş wiha berdewam bike, di nava diwanzdeh mehan de dê tona komirê bigehîje 32-33 hezar lîreyan.”
‘Bihayê mazotê û neqliyeyê barekî din li ser milê welatiyan zêde dike’

Welatî Bayram Magat destnîşan kir ku ji par heta îsal ji sedî 90 zem hatiye ser komirê û wiha got: “Par me ton bi 9-10 hezar lîreyan distend, îro ji bo kalîteya yekem 19-20 hezar TL, ji bo kalîteya duyem jî 15 hezar TL dixwazin. Bihabûna mazotê û neqliyeyê jî ji aliyekî din ve zêde bûye. Bar, ji cihên dûr ên wekî Stenbol, Trabzon û Îskenderûnê heta ku tê Wanê, bihayê neqliyeyê dîsa li ser zêde dibe. Hêza kirînê ya xelkê nema ye.”
‘Ji malbatekê re herî kêm 100 hezar TL budçe pêwîst e’

Welatî Sefer Tunç ku ji bo kirîna komirê hatibû cem komirfiroşan, da zanîn ku xercê zivistanê ji kapasîteya malbatan gelekî zêdetir e. Sefer Tûnç anî ziman ku malbatek vê zivistanê ji bo germkirina mala xwe dê herî kêm 100 hezar lîreyan xerc bike û got: “Kesekî ku mûçeyê kêmane (28 hezar TL) digire, ew ê çawa tona komirê bi 20 hezar lîreyî bikire û debara xwe bike? Navenda bajar piranî bi gaza xwezayî ye, lê derdorên Wanê û navçe ji gazê bêpar in. Komira alîkariyê ku dewlet dide jî wekî keviran e, naşewite. Li şûna wê komirê, alîkariya pereyan bida daku gel bixwe komira baştir bikiriya dê çêtir biba.”
‘Firotina dar û komirê li gorî salên çûyî gelekî kêm bûye’

Di dawiyê de dikandarê Sîteya Komirfiroşan Cemîl Aka behsa rewşa bihayê daran û nebûna teqsîdan kir û ev yek got: “Kalîteya yekem a komirê dora 20 hezar, kalîteya duyem jî 17 hezar lîreyan e. Bihayê daran jî sala borî dora 7 hezar TL bû, îsal bûye 11 hezar TL. Firotina me li gorî sala borî gelekî kêm bûye. Nebûna teqsîdan jî ji bo welatiyan astengiyeke mezin e. Bi taybetî mirovên teqawîtbûyî nikarin bi vê rewşê jiyana xwe bidomînin, divê bi lezgînî çareseriyek ji bo van bihayên mazot û sotemeniyê bê dîtin.”















