• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    Li Wanê krîza komirê: Tona wê bûye 20 hezar TL, zivistanê wê gel bicemide

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    ‘Bi piştgirî û bertekeke xurt em dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin’

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    Li Maltepeyê di avahiya hilweşiyayî de 5 kes mirin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 9ê COTMEHa 2026an

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mihrîcanên ku Wezareta Çandê li dar dixe xebatên bişaftina civakê ne

Nedîm Orûç / AW

9 COTMEH 2026 - 09:26
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Rêveberên saziyên çand û hunerê derbarê mîhrîcanên Wezareta Çand û Turîzmê de diyar kirin ku ev bername li derveyî çanda gelê Kurd in û bernameyên bişaftina civakê ne.

Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê ji sala 2023yan heya niha li gelek bajarên Kurdistanê di bin navê, ‘Mîhrîcana Rêya Çandê’ de xebatên bişaftinê pêk tîne. Di van mîhrîcanan de bernameyên li ji çanda Kurdan dûr tên lidarxistin û tu eleqeya van bernameyan bi çanda bajêr ve tune ye. Li gorî parvekirinên Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê îsal bajarê Amedê jî para xwe ji van bernameyên bişaftinê digire. Mamoste û rêveberên saziyên çand û hunerê yên Amedê bertek nîşanî van bernameyan dan û gotin ku ev bername li derveyî çanda civakê ne.

Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Rojhat Ozkan got ku desthilatdar ji bo ku gelekî tune bike destpêkê êrîşî çanda wan dike û wiha axivî: “Ji ber ku di dîrokê de kesên xwestine bişaftina civakê pêk bînin her tim destpêkê êrîş birine ser çanda wê civakê. Dewleta Tirk îro bi van mîhrîcanan dixwaze êrîşî civaka me bike û nakokiyan têxe nava ciwanên me. Bi van mîhrîcanan dixwazin êrîşî ziman û çanda me bikin. Ev yek bi xwe dagirkerî ye.”

‘Kesên ku hatine bişaftin îro hewl didin civaka me asîmîle bikin’

Rojhat Ozkan diyar kir ku tu eleqeya van mîhrîcanan bi çandê re tune ye û axaftina xwe wiha domand: “Ev kesên ku îro dibêjin em bi van mîhrîcanan karê çandê dikin, tu eleqeya wan bi çandê tune ye. Her wiha kesên ku weke hunermend derdixin ser dikan jî, eleqeya wan bi hunermendiyê tune ye. Dema min li lîsteya kesên derkevin ser dikê nêrî, dît ku piraniya wan kesan ji gelên cuda ne û hatine pişaftin. Bi destê kesên hatine bişaftin îro dixwazin li herêma me mîhrîcanan li dar bixin û bişaftinê pêk bînin.”

‘Em ne weke festîval, weke şêwazekî dagirkeriyê dinirxînin’

Rojhat Ozkan bertek nîşanî van bernameyan de tunebûna çanda Kurdî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vir pirsek derdikeve holê. Çima kesek Kurd û stranek Kurdî di van mîhrîcanan de tune ye. Çima rengê jinên Kurd û her wiha rengê civaka Kurd di vir de tune ye. Mirov dikare van pirsan zêde bike. Di şerê 50 salên dawî de serneketin ji ber vê yekê dixwazin bi van xebatan civakê têk bibin. Dema îro qala aştiyê tê kirin divê li gor wê tevbigerin. Em ne weke festîval weke şêwazê dagirkeriyeke nû li vê festîvalê dinêrin.”

‘Tişta Wezareta Çandê dike ne li gorî civaka me ye’

Mamoste û Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Arjen a Bismilê Niştiman Balci jî got ku divê xebatên çandê li gor civakê bên meşadin û wiha axivî: “Em van mîhrîcanan ji bo civaka me tiştek erênî nabînin ji ber ku bi dehan sal in pergal hewl dide civaka me asîmîle bike. Di salên dawî de li bajarên Kurdan bi rêya çandê ku ev çand li derveyî çanda herêmê ne dixwazin rêbazek din a pişaftinê pêk bînin. Ji bo van mîhrîcanan navê, ‘Rêya çandê’ bikar tînin lê çand tenê ne çûna ser dikê û gotina stranan e. Divê çand li gor civakê be, dîrok, wêje, ziman û hunera gel esas bigire lê tişta ev dikin ne li gor civaka me ye. Ji vir jî em fêm dikin ku armanca wan pişaftina zarok û ciwanên me ye. Ji ber vê yekê divê em derbarê van pêkanînan de baldar bin. Encax bi baldariyeke li hember vê yekê em dikarin çand, huner û zimanê xwe biparêzin.”

Etîket: bişaftinKomeleya Çand û Hunerê ya Arjen a BismilêKomeleya Çand û Hunerê ya DîcleyêmihrîcanNiştiman BalciRojhat Ozkansaziyên çand û hunerWezareta Çand û Turîzmê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mîhrîcana Geverê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mîhrîcana Geverê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

17 TEBAX 2026
1emîn Mîhrîcana Geverê bi coşeke mezin destpê kir

1emîn Mîhrîcana Geverê bi coşeke mezin destpê kir

17 TEBAX 2026
Bi xebateke hevpar û komunal studyo ava kirin

Bi xebateke hevpar û komunal studyo ava kirin

10 TEBAX 2026
58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

31 TÎRMEH 2026
Bernameya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê diyar bû

Bernameya Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê diyar bû

25 TÎRMEH 2026
Mîhrîcan qediya lê qirêjiya wan hêj neqediya ye

Mîhrîcan qediya lê qirêjiya wan hêj neqediya ye

22 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne