Amed – Rojnameger Azad Altay derbarê êrişên li ser çapemeniyê de destnîşan kir ku divê hemû çapemeniya muxalîf li dijî desthilatdariyê dengê xwe bike yek û bi lêv kir ku bi piştgirî û bertekeke xurt ew dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin.
Êrişên desthilatan ên li ser Çapemeniya Azad 36 sal in bê navber berdewam dikin. Ji êrişa ewil a li ser Çapemeniya Azad heya îro desthilat hatibin guhertin jî şêwaz û armancên wan nehatine guhertin. Desthilatên Tirkiyeyê ji roja Çapemeniya Azad derketî heya îro her dem dixwazin dengê gel qût bikin û rastiyê di tarîtiyê de bihêlin. Di encama êrîşên 36 salan de bi dehan rojnameger hatin qetilkirin, girtin û sirgunkirin, bi dehan rojname, kovar û malper hatin astengkirin. Çi di dema şer de be, çi jî di dema pêvajoyên aştiyê de be ev êrîş nehatin rawestandin. Li gel ku zêdetirî 2 salan e li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” tê meşandin jî êrîşên li ser Çapemeniya Azad berdewam dikin.
‘Naxwazin rastî derkevin holê ji ber wê êrişî çapemeniyê dikin’
Rojnemevan û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azad Altay derbarê êrîşên li ser Çapemeniya Azad û mûxalîf ji ajansa me re axivî.
Azad Altay sedema êrîşên li ser Çapemeniya Azad weke armanca astengkirina rastiyan nirxand û wiha axivî: “Ji salên 1990î heya niha di demên şer de desthilatdariyên heyî êrîşên xwe yên destpêkê li ser çapemeniyê pêk tînin. Di 40 salên dawî de dema em bala xwe didinê tenê ne dema şer gur dibe êrîş pêk tên. Her wiha di pêvajoyên aştiyê de jî desthilatdar pêkanînên li ser çapemeniya ku rastiyê derdixe holê berdewam dike. Niha jî dema em lê dinêrin li gel ku ji 2 salan zêdetir e pêvajoyek berdewam dike jî zext û zordariyên li ser çapemeniyê didomin. Ji ber çi ev yek tê kirin, ji ber ku di şer de dixwazin rastiyê tune bikin, dema şer tune be jî dixwazin pêvajoyê li gor xwe bidin meşandin. Hewl didin li gor hişmendiya dixwazin, pêvajoyê bidin meşandin. Desthilatdariya AKPê tevî ku Tevgera Kurd ew qas gavên şênber avêtin jî, gaveke şênber neavêtiye. Dema çapemeniya azad vê yekê derdixe holê û gel jî vê rastiyê dibîne, wê demê êrîş li ser çapemeniya azad pêk tên û dixwazin rastiyê di tarîtiyê de bihêlin. Sedema êrîşên li ser çapemeniya azad mirov dikare di vê çarçoveyê de binirxîne.”
‘Ji salên 90î heya îro tenê şêwazê êrişan hatiye guhertin’
Azad Altay got ku şêwazê êrişên li ser çapemeniyê hatibe guhertin jî armanc nehatiye guhertin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di salên 90î de êrîşên li ser çapemeniyê bi awayekî fizîkî dihatin kirin, ji ber ku wê demê tora medya dîjîtal pêş neketibû, êrîş rast e rast fîzîkî bûn. Berê bi kuştinê, girtinê, dîl girtinê û êrîşên bombeyî yên weke Rojnameya Ozgur Ulkeyê dixwestin dengê çapemeniya azad qut bikin. Îro civak piranî bi ser medya dîjîtal xwe digihîne rastiyê û di dema AKPê de kuştina tora medyaya dîjîtal destpêkiriye. Şêwazên êrîşan dibe ku guherî bin lê armancên desthilatdaran neguherîne.”
‘Li Tirkiyeyê her gaveke derhiqûqî ji Kurdan dest pê dike ’
Azad Altay da zanîn ku malpera înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê 44 car in tê astengkirin û wiha pê de çû: “Tenê ne malper her wiha hesabên ajansê yên medyaya dîjîtal jî mehê carekê tên girtin. Di esasê xwe de ev pêkanîn hemû derveyî hiqûqê ne. Desthilatdar hiqûqa xwe jî pêk naînin. Dema derbarê nûçeyekî de biryarek hebe, gere bi rêya dadgehan bêjin filan nûçeyê rakin. Lê li cihê ku wisa bêjin bi temamî malperê asteng dikin. Li Tirkiyeyê tiştek wiha heye, her gaveke derhiqûqî ji Kurdan dest pê dike. Ev kîjan qad be bila bibe, dema êrîşî siyasetmedaran bê kirin ji Kurdan dest pê dikin, dema qeyim tayînî şaredariyan dikin ji Kurdan dest pê dikin, her wiha dema êrîşan li ser çapemeniyê pêk bînin jî destpêkê ji çapemeniya azad dest pê dikin.”
‘Desthilatdar ji ber bêdengiyê evqas êriş dike’
Azad Altay bi lêv kir ku bertekên li hember êrîşên li ser çapemeniyê qels in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bertekên li hember astengkirina çapemeniyê tên guhertin, dema êrîş li ser çapemeniya azad be rengê bertekan jî diguhere lê dema li ser çapemeniyeke cudatir be bertek jî cuda ne. Bertekên li hember êrîşên ser çapemeniya azad ne li gorî daxwazên me ne. Di salên dawîn de gelek êrîş pêk hatin û gelek hevalên me hatin girtin lê bertek qels in. Ji ber ku bertekên xurt nehatin dayîn, desthilatdariya AKPê îro dikare rehet tevbigere. Heger bertekên ji bo êrîşên li ser çapemeniya azad xurtbûna asta êrîşan îro dernediket lûtkeya herî jor. Desthilatdar ji ber vê bêdengiyê evqas êrîş dike.”
‘Bi bertekên xurt mirov dikare pêşiyê li êrişan bigire’
Azad Altay anî ziman ku ji bo ev êrîş werin rawestandin hewceyî bi piştgriyeke xurt heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hember van êrîşan yekane rê heye. Sansûr û êrîş ji ku derê tê bila bê, êrîş li ser kê pêk tê bila bê, divê bertekek xurt û bê hincet were dayîn. Divê hemû muxalîfên li hember desthilatdariyê dengê xwe bikin yek. Divê em li reng, ziman û neteweya kesên êrîş li ser tê kirin nenêrin, dema êrîş pêk hat em piştgriyeke xurt bidin, wê demê sansur jî ev qas belav nabe. Encax bi piştgrî û bertekek xurt mirov dikare rê li pêşiya van pêkanînan bigire.”













