• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nagihan Akarsel li Enqereyê hat bibîranîn

    Nagihan Akarsel li Enqereyê hat bibîranîn

    Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

    Berxwedana karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê didome

    Berxwedana karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê didome

    10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê didome

    10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê didome

    Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Kurmancî yê MAyê carek din hate astengkirin

    Dê Nagehan Akarsel li Amedê bê bibîranîn

    Dê Nagehan Akarsel li Amedê bê bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Enqere / AW

2 COTMEH 2026 - 20:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê Nagihan Akarsel di salvegera 4emîn a kuştina xwe de ji aliyê DFG, MKGê û Navenda Çanda Anatoliyayê ve li Enqereyê hat bibîranîn.

Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4ê Cotmeha 2022an de li Silemaniyeyê hatibû kuştin di salvegera 4emîn a kuştina xwe de ji aliyê Komeleya Rojnamgerên Jin ên Mezopotmayayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dicle û Feratê (DFG) û Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê ve hat bibîranîn. Bername li avahiya Navenda Çanda Anatoliyayê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê hat lidarxistin. Heval û hempişeyên Nagihan Akarsel, endam û nûnerên saziyên demokratik û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Li cihê bîranînê pirtûkên Nagihan Akarsel ên bi navê Behna Xaliyê (Kül Kokusu) û Nîsan hatin danîn. Her wiha kamera, penûs, çente û tiştên Nagihan Akarsel hatin danîn. Wêneyên Nagihan Akarsel û gotina wê ya, “Heke hûn bi awayekî ku bawer dikin nejîn hûn ê bi awayekî ku bawer dikin bijîn” jî li eywanê hat daliqandin. Bernameya bîranînê bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir.

‘Nagihan her tişt bi derdora xwe re parve dikir’

Piştî rêzgirtinê sînevîzyona qala jiyan û têkoşîna Nagihan Akarsel dike hat temaşekirin. Bernameya bîranînê bi axaftina heval û hempişeyên Nagihan Akarsel re berdewam kir. Di serî de hevala Nagihan Akarsel Zuhal Tekîner axivî û wiha qala bîranînên xwe û Nagihan Akarsel kir: “Min di sala 2009an de li Stenbolê Nagihan nas kir. Dema me hev nas kir weke ku em hevalên hev ên bi salane axivîbûn. Nagihan kesek wisa bû ku kî/ê nasdikir dixist nava jiyana xwe û dibû heval. Piştî me hev nas kir dostaniyeke me çêbû. Piştî Nagihan hat kuştin min di bîranînan de jî ferq kir ku Nagihan kî/ê naskiriyê jê re bûye heval. Li Amedê demekê dirêj em bi hev re xebitîn. Nagihan kesek wisa bû ku çi hîn dikir dixwest ji hinek din re jî bide hîn kirin û ji kesên derdora xwe re parve dikir.”

Piştre jî parêzvana mafê mirovan Nuray Çevîrmen helbestên Nagihan Akarsel xwendin. Piştî xwendina helbestan Reyhan Yildirimci ku Nagihan Akarsel weke malbata xwe ya manevî bi nav kiribû axivî. Reyhan Yildirimci bi lêv kir ku wê û Nagihan Akarsel bi hev re soz dabûn ku bi hev re nameyeke dirêj binivisînin û got ku wê ji bo Nagihan namê nivisiye lê nameya Nagihane hê negehiştiyê ber destê wê û ew hê jî li benda nameyê ye. Piştî van gotinan Reyhan Yildirimci nameya ku ji Nagihan Akarsel re nivisî bû xwend.

‘Nagihan ji me re rêyek vekir’

Piştre jî rojnameger Dîren Yurtsever axivî û anî ziman ku tevî ew bi Nagihan re nexebitiye jî lê weke ku bi hev re xebitîne bandor li ser wî hiştiye û got: “Beriya Nagihan were kuştin min pirtûkeke ku qala rojnamegerên bi awayekî kujer nediyar hatine kuştin dît. Di wê pirtûkê de nûçeyeke Nagihan jî hebû. Rojek di ser re derbas bû me agahiya Nagihan bihîst. Nagihan ji me re rêyek vekir. Têkoşîna me jî rêya şehîdan ji me re vekiriye. Em niha di vê rêyê de dimeşin. Dawiya vê rêyê tune ye. Di dawiya vê rêyê de Nagihan û hemû şehîdên Çapemeniya Azad hene. Nagihan Akarsel ji bo me Jin Jiyan Azadî ye.”

Piştre jî Yeter Çevîk helbesta ku ji bo Nagihan Akarsel nivisî bû xwend. Rojnameger Melek Avci jî bi lêv kir ku ew ji jiyan û têkoşîna Nagihan Akarsel pir bandor bûye û wiha axivî: “Di hemû helbest û nivîsên xwe de jî qala azadiya jinan dike. Ji bo azadiya jinan têkoşiya. Jiyan û têkoşîna wê piştî wê jî bandor li ser çapemeniya jinan û têkoşîna azadiya jinan dike.”

Piştî axaftinan û xwendina helbestan Nuray Çevîrmen û Zuhal Tekîner pirtûkên Nagihan Akarsel ji bo xwîneran îmze kir. Bernameya bîranînê piştî îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnameger Derya Okatan hate girtin

Rojnameger Derya Okatan hate girtin

2 COTMEH 2026
Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

Mazlûm Tekdag û şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn

2 COTMEH 2026
Alîcan Onlu hat berdan

Alîcan Onlu hat berdan

2 COTMEH 2026
Berxwedana karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê didome

Berxwedana karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê didome

2 COTMEH 2026
46 welatan banga rawestandina darvekirinan kirin

46 welatan banga rawestandina darvekirinan kirin

2 COTMEH 2026
Bexwedana li dijî JESê ya li Gimgimê di roja 152an de ye

Bexwedana li dijî JESê ya li Gimgimê di roja 152an de ye

2 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li zeviyên Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê hişbir tê çandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 28ê ÎLONA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne