Li Semsûrê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane 3 rojan bernameya bîranînê dê bê lidarxistin.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ji bo kesên ku di dîrok û herêmên cûda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Semsûrê 3 rojan bernameya bîranînê were lidarxistin.
Bernameya bîranînê dê di 8ê Îlonê de li Mala Şînê ya Merînosê li Taxa Karapinarê ya Semsûrê dest pê bike.
Di 10ê Îlonê de jî dê bi awayekî girseyî mevlîd bê dayîn û bîranîneke girseyî bê lidarxistin.













