Îro 71 sal ji bûyerên 6 û 7ê Îlona 1955an derbas dibin. Di van rojan de, bi taybetî li dijî Rûmên Stenbolê lê her wiha li dijî Ermenî, Cihû û civakên din ên ne misilman êrîşên girseyî pêk hatin.
71 sal piştî bûyerên 6-7ê Îlonê, talan û wêrankirina mal û milkên Rûm, Ermenî, Cihû û civakên din ên nemisilman hîn jî wekî yek ji rojên tarî yên dîroka Stenbolê tê bîranîn.
Êvara 6ê Îlonê, piştî ku nûçeya provakatif a bombebarankirina mala ku Mustafa Kemal li Selanîkê lê hatiye dinyayê belav bû, girseyên mezin li kolanan kom bûn. Rojnameya Îstanbul Ekspres jî nûçeyê bi manîpulatîf weşandî ye. Paşê eşkere bûye ku bûyer li Selanîkê ne bi awayê ku li Stenbolê hatiye dayîn.
Di demeke kurt de, êrîş li gelek taxên Stenbolê belav bûn. Beyoglu, Şîşlî, Kûrtûlûş û Kadikoy ji deverên ku herî zêde hatin hedefgirtin bûn. Dikan, mal û kargeh hatin talankirin û gelek dêr, sînagog, dibistan û cihên olî hatin şewitandin û xerakirin. Li hin goristanan jî êrîş pêk hatin.
Li gorî hejmarên fermî, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Di heman demê de, destdirêji li ser gelek jinan hatiye kirin.
Erîşan bandoreke girîng li pêkhateya civakî ya Stenbolê kirin. Piştî wan rojan, koça Rûm û civakên din destpê kir û gelek malbatên ku bi sedsalan li Stenbolê jiyabûn, neçar man bajarê xwe bihêlin.
Şahidên wê rojê radigihînin ku erîş bi awayek organîze pêk dihatin.
Lê belê hîn jî rola hin aliyên dewletê, nehatiye zelal kirin.










