Êlih – Şêniyên navçeya Kercewsê ya Êlihê anîn ziman ku ew hefteyê carekê berhemên xwe yên havînê yên weke firingî, balîcan, îsot û fêkiyên hêjîr, tirî, sêv û hwd. dibin li navçeya Kercewsê li bazarê difiroşin û gotin: “Em weke berê nikarin di berhemên xwe de karê bikin.”
Li gelek deverên Kurdistanê welatî taybetî jî kesên ku li gundan dijîn li gora derfetên li zeviyên xwe sebze û fêkiyan hildiberînin û difiroşin. Ji ber ku di salên dawî de baran weke berê nabare, gelek ji wan nikarin li nava zeviyên xwe sebze û fêkiyan deynin. Lê îsal baran û berf li gelek deverên Kurdistanê zêde barî û xelkê li nava erdên xwe yên xamî sebze çand. Çandin û hilberîn jî mixabin her ku diçe kêm dibe û tenê dimîne li ser milê cotkar û gundiyan.
Şêniyên li gundên navçeya Kercewsê ya Êlihê dijîn, hefteyê carekê berhemên xwe tînin li bazarê difiroşin, derbarê şert û mercên zehmet ên karê xwe yên çandin, çînin û firotina berhemên xwe de axivîn.
‘Bihabûna mazotê karê me zehmet dike’
Alî Kavat anî ziman ku beriya ew dest bi danîna şitlan bikin, pêşî bizirê wan berheman, dixin nava poşetan û axê. Alî Kavat got ku piştî ku ew berhem dibin şitil wan datînin û got: “Piştre em dest bi avdanê dikin, piştî ku dertên, em dest bi firotanê dikin. Mesrefên ku em lê dikin, hesabê wê nayê kirin. Bihayê mazotê çûye nêzîkî 90 lîreyî û kesên ku bi karê hilberîne mijûl dibin, gelek zehmetî dikşînin. Em weke berê nikarin di berhemên xwe de kar bikin. Divê êdî rayedar jî alîkarî bidin me. Hingî tişt zêde bûne, êdî hilberînerî li gora berê kêmtir bûye. Em ji meha Nîsanê dest pê dikin, heta meha Mijdarê pê ve ne. Jixwe piştî meha Mijdarê qeşa dikeve û dixeritin. Em hefteyê carekî roja înê tên vir û roja Sêşemê jî diçin Heskîfê berhemên xwe difiroşin. Ger ku wesayît tune be, mirov nikare biçe û karekî jî bike. Em serê sibehê bi 50î lîreyî difiroşin û berê êvarê jî bi 30-40î didin. Niha balîcan û xiyar bi 40-50 lîre yî ne. Û yên dinê jî li gorî başbûn û xerabûnê tê guhertin. Ji ber ku hilberîneriyê em dikin, dema xera bibin jî zêde bandorê li ser me nake. Heke em bistînin dê bandora xesarê li ser me bike. Carinan yên ku ji me re zêde dimîne, em wan jî didin der û cîranan.”
‘Di nava karê baxçe de em sewalkariyê re jî mijûl dibin’
Dilşah Şan a ku li gund dijî, anî ziman ku ew serê sibehê zû radibe û bi karê baxçe û bi sewalkariyê re mijûl dibe û wiha qala şert û mercên karê xwe: “Em li vir hêjîr, firîngî, balîcan, îsot, simaq, mast û gelek cureyên xwarinên gundan, sebze û fêkiyan difiroşin. Em serê sibeha ji mêj ve radibin, dest bi karê xwe yê baxçe dikin. Em wan saetan radibin di nava karê baxçe de em bi xwedîkirina heywanan re mijûl dibin. Em heywan didoşin şîrê wan tînin dikelînin, dikin nava parzûnan û gelek caran dikin mast û penêr û tînin li vê bazarê difiroşin. Niha em kîloya hêjîran bi 70-80î didin. Satila mast bi 250î em didin. Simaq heta 400-500 lîre yî jî em didin. Em hemû karê malê û xizmeta heywanan bi hev re dikin.”
‘Îro her tişt bûye derman û gubre’
Ramazan Aydin ê ku bi salan e di demsala havînê de berhemên ku dertên, tîne li bazarê difiroşe bi lêv kir ku ew gelek zehmetî dikşînin û ev yek got: “Ji ber ku hemû karê me yê çolê ye, lê ji ber ku rewşa aboriyê ya civakê nebaş e, esnaf gelek caran berhemên xwe bi erzanî didin. Her tim em ji gund berheman tînin li vir difiroşin. Jiyana me jî wisa derbas dibe. Kîloya hinek berheman li gorî baş û xerabûna wan em didin, em kîloya balîcanan bi 40 lîre yî didin, îsot bi 30 lîre yî ne, ya xiyaran ki bi 25 lîre yî ye. Em gelek caran bi erzanî didin da ku xelkê me jî jê fêde bibînin. Tehma berhemên berê gelek xweş bû, îro her tişt bûye derman û gubre. Dîsa yên me baş in, em derman nakin. Hemû bi zibilê heywanan çêdibe û em dermanan bi kar naynin.”
‘Heta digihije em 4-5 caran derman dikin’
Mehmet Ekrem Dûrsûn jî diyar kir ku ew li bazarê tîroziyan, simaq, şîr, mast, petêx û hêjîran difiroşe û wiha qala karê xwe yê bazarê û gund kir: “Heywanên me li gund hene, em gelek caran mastê xwe li gund çêdikin û tînin li bazarê difiroşin. Zevî jî yên me ne, em li nava zeviyan berheman datînin û diçinin. Lê gelek zehmet e. Cotkirin, efare, dermankirin û gelek serêşandina wê heye. Heta digihêje em çar-penc caran derman dikin. Niha kîloya hêjîran bi sed lîre yî ye. Em mast bi 250î didin, şîr bi 120î ye lê em carinan bi sedî jî didin. Em kîloya simaqê bi 400-500î didin. Kîloya balîcanan em 35an didin. Îdareya me pê dibe. Em serê sibeha berhemên xwe bi bihayên baş didin dema ku dibe danê êvarê jî em bihayê wan kêm dikin.”













