Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku berdana wî cara sêyem tê taloqkirin, daxuyaniyek da. ÎHDê diyar kir ku ferzkirina poşmaniyê li dijî ruhê pêvajoyê ye û got ku divê Yildirim demildest bê berdan. Her wiha Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li Enqereyê di hefteya 626emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Neytullah Bayram ku di Girtigeha Girtî ya Tîpa Fyê ya Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin daxuyanî da.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Îzmîrê li ber Sûmerbank a Kevn a Konakê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirimê ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Rêveberiya Şaxa ÎHDya Îzmîrê Evrîm Kûbîlay ve hate xwendin, pankarta ‘Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc’ hate vekirin.
‘Ferzkirina poşmaniyê li dijî ruhê pêvajoyê ye’
Evrîm Kubîlay diyar kir ku di serdemeke wisa de ku li Meclisê nîqaş li ser aştiya civakî û birînên giran ên pêvajoyên şer tên kirin û hewl tê dan ku ev birîn werin kewandin, ferzkirina poşmaniyê li dijî ruhê pêvajoyê ye û wiha got: “Astengkirina berdana girtiyên nexweş ên giran bi biryarên keyfî, ne tenê li dijî prensîbên bingehîn ên hiqûqê ye, di heman demê de li dijî ruhê pêvajoya ku tê meşandinê ye jî. Bêhiqûqiya giran ku Mehmet Saît Yildirim pêre rû bi rû dimîne, nîşaneya herî eşkere ya vê nakokiyê ye. Mehmet Saît Yildirim tevî ku di 27ê Sibata 2025an de mafê wî yê berdana bi şert çêbûbû jî, ji ber biryarên nehiqûqî yên Lijneya Îdare û Çavdêriyê 21 meh in nayê berdan û ji azadiya xwe tê bêparhiştin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ku ji bilî serdozgerê girtîgehê tu hiqûqnas têde nîn in, mîna dadgehê tevdigere, cezayên girtiyan dirêj dike û biryarên înfazê yên dadgehan bêbandor dike. Di nirxandina sêyemîn a dawî ya Lijneyê de jî dîsa bi hinceta ku ew ‘ne di nava halê baş de ye’ û ‘poşmanî nîşan nedaye’ berdana wî cara sêyemîn hat astengkirin.”
‘Divê Mehmet Saît Yildirim demildest bê berdan’

Evrîm Kubîlay bal kişand ser temenê Mehmet Saît Yildirim û nexweşiyên wî yên giran ên wekî nexweşiya dil a genetîkî û kronîk, fitiqa stû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH, nexweşiyên pişikê û hişkbûna damaran û ev tişt anîn ziman: “Yildirim ê 74 salî ye, bi gelek nexweşiyên kronîk ên giran li girtîgehê ye; di serî de mafê jiyanê û qedexeya îşkence û mûameleya xerab, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e ku ev maf bi Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî hatine misogerkirin. Helwesta Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya ku dispêre prensîbên di qanûnê de nîn in, girtiyan li gorî nêrînên wan dinirxîne û hincetên pêşkêş dike, ev pratîk keyfî ne û dike ku rasterast jiyana girtiyan bikeve xeteriyê. Divê demildest dawî li helwestên keyfî yên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bê anîn. Em dixwazin hemû saziyên têkildar erka xwe bi cih bînin û dawî li vê binpêkirina giran bînin; şert û mercên dermankirinê yên li gorî rûmeta mirovahiyê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim bên pêkanîn û astengiyên nehiqûqî yên li pêşiya mafê wî yê berdana bi şert bên rakirin da ku ew tavilê bê berdan.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Enqere

Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 626emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Neytullah Bayram ku di Girtigeha Girtî ya Tîpa Fyê ya Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Tedawî maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan’ hate rakirin. Girseyê dirûşmên ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’ û ‘Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe’ berz kirin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê hevseroka ÎHDê ya şaxa Enqereyê Sevîl Turgut ve hat xwendin. Beriya daxuyaniyê ji bo endamê înisiyatîfê Îsmet Yalçinkaya ku jiyana xwe ji dest dayê deqeyek rêz hate girtin.
Sevîl Turgut diyar kir ku Neytullah Bayram ji sala 2008an vir ve di girtigehê de ye û ew 11 sal in ji ber di devê wî de diran tune ne zehmetiyan dikişînê û anî ziman ku di sala 2014an de ji bo çêkirina înplantê tedawiya wî hatiye kirin lê ji ber sewqî girtîgeheke din hatiye kirin tedawiya wî jî nîvco maye û wiha got: “Di ser de 11 sal derbas bûye hê jî dermankirina wî çênebûye. Ew bi vê rewşe jiyana xwe didomîne. Ji ber nebûna diranan ew nikare rêk û pêk xwarin bixwe, ji ber vê jî her ku diçe lawaz dibe. Rê li ber nexweşiyan vedibe. Ji bo vê jî divê xwarin û vexwerineke li gor vê bê amadekirin. Her wiha ne tenê nexweşiya diranan jê heye. Di mîdeya wî de jî pirsgirêk heye. Ew pirsgirêka birînên mîdeyê îhtimala nexweşiya pençeserê jî ji xwe re tîne. Divê ew li ber çavan bê girtin. Divê gihiştina wî ya dermankirinê bi awayeke rêk û pêk bibe. Divê daxwazên wî yên ji bo gihiştina dermankirinê bi cih were. Divê înfaza Neytullah Bayram bê teloqkirin û ew demildest di demeke kurt de were berdan.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.













