Stenbol – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên di ‘Hevdîtinên Îmraliyê’ diyar kiribû ku li Tirkiyeyê herî zêde Elewî rastî zext û zordariyê hatine, serî hildane, yên bi kokên xwe ve Elewî ne û wiha got: “Ji ber vê yekê, her kesê ku dibêje, pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Kurdistanê Elewiyan eleqedar nake, derewa herî mezin dike. Em Elewîtiya Anatoliyê wekî hevalbendekî xwezayî dinirxînin. Bi propagandayan di navbera Elewiyên Kurd û Elewiyên Tirk de nakokî dernakeve.”
Di rojên dawî de li ser “Nîşeyên Îmraliyê” hin nîqaş belav bûn û hin derdorên cuda, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li ser Elewiyan berevajî dikin, dixwazê êrişî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê Elewiyan de gelek caran nirxandina “hevalbendiyê” kiriye.
Di sala 2012an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya Brukselê re şand û li wir li ser Elewiyan nirxandinên xwe parve kiribû. Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kiribû ku rêjeya beşdarbûna Kurdan a Îslama desthilatdar şikestinekê di îradeya jiyana azad û çanda Kurdî de ava kiriye û wiha got: “Li hember vê yekê, berxwedana ku li ser bingeha Elewîtî û Êzîdîtî hatiye nîşandan. Ev bi kevneşopiya kevin a Zerdeştî re girêdayî ye. Kurdan dest ji vê vîna çand û jiyana azad berneda. Û bi vê rola sereke rabûye. Ji ber vê yekê, li gel Êzîdiyan, herî zêde yên ku rastî komkujiyê hatine, Elewiyên Kurd bûne.
‘Li Tirkiyeyê Elewî gelek rastî zordariyê hatine’
Li Tirkiyeyê jî yên ku herî zêde rastî zext û zordariyê hatine û serî hildane Elewî ne. Ji ber vê yekê, her kesê ku dibêje, ‘Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Kurdistanê Elewiyan eleqedar nake’, an jî ‘Pirsgirêka Elewîtiyê, Kurdan eleqedar nake’ derewa herî mezin dikin. Divê Kurd û Elewîtiya Anatoliyê jî di pirsgirêka Kurdistan û Kurdan de nêzîkatiyeke rast nîşan bidin. Ji ber ku rizgarbûna Elewî û Kurdan girêdayî hev in. Çawa ku ev di dîrokê de her tim wiha bûye, îro jî bi temamî wiha ye. Ji ber vê yekê, em Elewîtiya Anatoliyê wek hevalbendiyeke xwezayî ya xwe dinirxînin. Divê kesên ku li ser navê gelan têkoşîna hebûn û azadiyê dimeşînin, bi analîzeke rast a dîrokî û civakî û ji perspektîfa modernîteya demokratîk deynin holê. Tenê bi vê rêbazê dikarin mîrateya xwe ya çandî biparêzin û wê azad bikin.”
‘Bi gotinan nakokiya Elewiyên Kurd û Tirk dernakeve’
Abdullah Ocalan dîsa nirxandinekî xwe de behsa propagayan li ser Elewîtiyê tên kirin kir û ev nirxandin kir: “Bi propagandayê di navbera Elewiyên Kurd û Elewiyên Tirk de nakokî dernakeve. Hêsan e ku di navbera Elewiyên Anatoliyê û Elewiyên Kurdistanê de pir werin avakirin. Cûdahiyên neteweyî ne asteng in, berevajî vê yekê, dikarin xizmeta hev jî bikin. Hevdû bigihînin rewşeke ku bibin hevalbendên hevdû. Tenê divê vê yekê bizanibin ku divê em rast bixebitînin.”
’Êzîdî, Elewî, Suryanî, Ermenî, Helen û Cihû xezîneyên çandî ne’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya Manifestoya Şaristaniya Demokratîk de jî derbarê mijarê de nêrînên xwe parve kirin û wiha got: “Di civakên Rojhilata Navîn de, ji ber tengbûna çarçoveya eşîriyê, taybetmendiya eşîrî û eşîretî jî hêdî hêdî winda dibe. Gelê Bedewî yê ji neteweya Ereb, gelê Turkmen yê ji neteweya Tirk û gelê Kurmanc yê ji neteweya Kurd, xerca bingehîn a demokratîkbûnê û civaka demokratîk in. Birdoziya demokratîk û tevgera siyasî, di serî de divê van beşan rêxistin bikin. Ev beş, hêzên bingehîn ên modernîteya demokratîk in.
‘Di asta civaka exlaqî û siyasî de karîbûn hebûna xwe bidomînin’
Dîsa, wekî ku Rojhilata Navîn cihê bingehîn ê olên yekperestiyê ye divê hemû mezheb taybetî Êzîdî, Elewî, Suryanî, Ermenî, Helen û Cihû divê wekî xezîneyên çandî yên herêmê bêne nirxandin. Divê ji her yekî wan re enstîtû an akademiyekê werin avakirin. Divê ji endamên wan re di her şert û mercan de derfetên jiyaneke wekhev, azad û demokratîk werin avakirin. Ew jî di çarçoveya modernîteya demokratîk de werin nirxandin. Ev karekî dîrokî û civakî ye ku nayê paşguhkirin. Elewiyên Anatoliya û Kurdistanê, bi sedan sal in di bin şopandina kevneşopiya desthilatdariya Sunnî de ne. Tenê di asta civaka exlaqî û siyasî de karîbûn hebûna xwe bidomînin.”
‘Elewîtî ji bo ol nebe desthilatdar derketiye holê’
Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de anî ziman ku ew Elewiyên Kurd jî, Kurdên Sunnî jî, Kurdên Êzîdî jî dîtiye, nas kiriye û got: “Eşkere bibêjim ku ez Kurdê Elewî û Kurdê Êzîdî yên ji hezaran salên şaristaniyê hatine pir ehlaqî û polîtîk dibînim. Şaristaniya klasîk li ser Elewî û Êzîdiyan gotinên reşkirî dike. Li vir qesta kedkarên ku girêdayî baweriya Sunnî, çandên eşîr û qebîleyê nakim. Cihê hemû van beşan, di pîvana şaristaniyê de, şaristaniya demokratîk e. Nîşanêyên vê yekê li her cih û demê nîşandan pêkan e. Ji bo ravekirina armanca me, ez bawer dikim ku ev bes e.”











