Mûş – Hat angaştkirin ku li Bajarokê Migrakomê yê li ser navçeya Dêrxasê ya Mûşê cerdevanê bi navê E.G., destdirêjî li kesê astengdar E.K., kiriye. Dayika E.K., Fatma K. diyar kir ku bûyer 13-14 sal berê qewimiye û wê niha derbarê wî cerdevanê de li Serdozgeriya Komarê ya Mûşê gilî kiriye.
Tê angaştkirin ku 14 sal berê li Bajarokê Migrakomê yê li ser navçeya Dêrxasê ya Mûşê cerdevanê bi navê E.G., destdirêjiyê li kesê astengdar E.K., dike. Piştî ku ev êrişa hovane ji aliyê malbatê ve tê bihîstin birayê E.K., yê bi navê R.K., bi hêrsa li dijî vê bûyera dijmirovî dikeve nav hewldanê ku gumanbar E.G., birevîne û tola birayê xwe hilîne. Lê gumanbar E.G., hewldana R.K. weke çalakiyeke “rêxistinî ya PKKê” li dijî xwe nîşan dide. Di encamê de 18 sal cezayê girtîgehê li R.K., tê birîn û R.K., ji wê demê ve di girtîgehê de ye.
‘Kurê min astengdar e’
Dayika E.K., Fatma K., derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivî û hûrgiliyên bûyerê vegot. Weke sal dîroka destdirêjiyê tam di hêşê Fatma K., de nemaye. Tenê agahiya 13-14 sal berê bi me re parve kir.
Fatma K., diyar kir ku ew ji ber ku ewqas sal giliyê gumanbar nekiriye di aliyê wîjdanî de nerihet e û wiha got: “Kurê min astengdar e, hişê wî mîna hişê zarokekî du salî dişixûl e. Rojekê keçikên min hatibûn mala me, em bi hev re çûn seredana gora şêxê me yê li gir. Dema em çûn li wir me dît ku kurê min E., û gumanbar E.G., li wir in. Çavên kurê min E., tijî xwîn bûn, bi fikar û perîşan bû. Piştî E.G., em dîtin li erebeya xwe siwar bû çû. Kurê min E., got; ‘E.G., ez xistim wesayîta xwe û ez anîm vir. E.G., hewl da tacizî min bike’. Piştî kurê min R.K., bûyerê dibihîze, diçe E.G., direvîne ku tola birayê xwe hilde. Dema E.G., direvîne kesek gilî li wan dike û tê girtin. E.G., jî di îfadeya xwe de kurê min R.K., weke endamekî rêxistinê nîşan dide û revandinê weke tevgereke li dijî xwe vedibêje. Li ser vê yekê 18 sal cezayê hepsê li kurê min tê birîn.”
Li ser gilîkirinê cerdevan E.G., diçe li E.K., dide
Piştî girtina R.K., kesekî/e ku li ser vê bûyerê bisekine û E.G., gilî bike namîne. Piştî 14 salan Dayika E.K., Fatma K., anî ziman heta niha ji ber ku E.G., gilî nekiriye wîjdana wê ne rihet e û li ser vê esasê bi qasî meh û nîv berê dibêje E.G., ku dê ji ber wê êrişê giliyê wî bike. Fatma K., diyar kir ku gumanbar E.G., bi qûndaxa çekê li kurê wê E.K., dixe û ditirsîne ku E.K., derheqê wî de îfade nede. Fatma K., da zanîn ku piştî lêdanê di serê kurê wê E.K., de girikek çêdibe û nexweş dikeve. Malbat E.K., di 28ê Tîrmeha 2026an de dibe Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û wî emeliyat dikin.
Dayik piştî agahiya lêdanê careke din giliyê cerdevan dike
Fatma K., da zanîn ku bijîşk fîlmê serê kurê wî kişandiye û diyar kiriye ku serê E.K., derbe xwariye û axaftina xwe wiha domand: “Bijîşk pirsî, got kesî li kurê te daye, min got na. Got kurê te derb kirine. Min got ez nizanim ka kê lêdaye.” Fatma K., da zanîn ku piştî emeliyatê wê ev rewş ji kurê xwe pirsiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî ku kurê min çavên xwe vekirin min jê pirsî ku kî lê xistiye. Kurê min got; ‘E.G., ez birim Dêrxasê, kesek tunebû, çeka xwe ji ber pişta xwe kişand û li serê min xist. Got ku tu îfade li ser min bidî ez ê wisa te bikujim. Serê min gelek diêşiya’. Piştî kurê min wisa axivî, min ji doxtor re ev tişt parve kir û gilî kir.”
Hewl tê dayîn ser dosyeyan bê girtin
Fatma K., piştî ku kurê xwe li nexweşxaneyê derdixe derbarê E.G., ku hem destdirêjiyê kiriye hem jî ji ber ku li kurê wê xistiye diçe Fermandariya Cendirmeyan a Dêrxasê û Serdozgeriya Komarê ya Mûşê gilî dike. Derbarê her du bûyeran de dosyeyên cuda tên amadekirin. Lê li gorî agahiyên ku me ji parêzeran girtin derbarê dosyeya lêdanê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve biryara neşopandina bûyerê hatiye dayîn.
Her wiha doza destdirêjiyê jî berdewam dike. Lê tê payîn ku ji ber nebûna tu delîlan derbarê vê dozê de jî biryara neşopandinê bê dayîn.













