• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Colemêrgê ji bo şehîd Bêrîvan Aşkan şîn hat danîn

    Li Colemêrgê ji bo şehîd Bêrîvan Aşkan şîn hat danîn

    Roja ewilê ya şîna şehîdên Wanê bi dawî bû

    Roja ewilê ya şîna şehîdên Wanê bi dawî bû

    Şîna şehîdên Wanê: Xwedîderketina şehîdan gava ber bi azadiyê ve ye

    Şîna şehîdên Wanê: Xwedîderketina şehîdan gava ber bi azadiyê ve ye

    Civîna Desteya Şopandin û Tespîtê dest pê kir

    Civîna Desteya Şopandin û Tespîtê dest pê kir

    Girtiyên Apoyî: Şehîdên me hêza zindîker a jiyana azad in

    Girtiyên Apoyî: Şehîdên me hêza zindîker a jiyana azad in

    2 merkezanê Stenbolî de do cangorî bêrê vîrardene

    Wê sibê ji bo şehîdan Geverê şîn bê danîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Colemêrg/ AW

24 TEBAX 2026 - 18:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo şehîda Tevgera Azadiya Kurd Bêrîvan Aşkan (Axîn Awent) li gundê Sûmanê yê navenda Colemêrgê şîn hat danîn.

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşê Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) a Colemêrgê ji bo şehîda Tevgera Azadiya Kurd Bêrîvan Aşkan (Axîn Awent) a ku 22yê Hezîrana 2018an jiyana xwe ji dest daye, li gundê Sûmanê yê navenda Colemêrgê şîn hate danîn. Endamên MEBYA-DER, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, parlementerên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBPê û gelek welatî tev li şînê bûn.

Şîn bi rêzgirtin û dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir.

Dûre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî û diyar kir ku ew ê berdêlên gelê kurd dane bi aştiyê tacîdar bikin. Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku îro şehadeta bi sedan kesan hat eşkerekirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em ji dil bawer dikin ku her canê dikeve ser axê, rûmeta gelê kurd û hemû hêzên demokrasiyê ye. Ne tenê li Rojhilata Navîn, li çar aliyên cîhanê bi hevgirtina xwe, bi berdêlên ku daye û bi şehadetan bûye gelekî wisa ku êdî hemû cîhan wî nas dike. Destkeftiyên li Rojava, destkeftiyên li herêmê û niha jî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi rê ve dibe, hemû encama van berdêlên hatine dayîn in. Niha em bi vê banga Birêz Ocalan re di pêvajoyeke nû de ne û di vê pêvajoyê de hêviya me ya herî mezin ew e ku em aştiyeke bi rûmet li vê erdnîgariyê ava bikin. Divê em bizanin ku heke îro li Îmraliyê maseyek hatibe danîn, encama têkoşîna rêxistinkirî ya van şehîdan e. Em hêvî dikin ku em ê li vê erdnîgariyê bi hev re bi aştiyeke birûmet tacîdar bikin.”

‘Rêya wan rêya me ye’

Di şînê de birayê şehîd Bêrîvan Aşkan Berzan Aşkan anî ziman ku rêya şehîdan rêya wan e û ew ê daxwazên şehîda pêk bînin. Berzan Aşkan da zanîn ku ew jî qasî 10 salan zindanê de maye û destnîşan kir ku dîsa çi ji destê wî bê ew ê bike. Berzan Aşkan sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest û axaftina xwe bi dawî kir.

Wê şîna Bêrîvan Aşkan 3 rojan bidome.

Etîket: Bêrîvan AşkanGeverHevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllarişehîdşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

24 TEBAX 2026
Hatimogûllari: Her canê ku ketiya bin axê têkoşîna gelê Kurd gihandiye îro

Hatimogûllari: Her canê ku ketiya bin axê têkoşîna gelê Kurd gihandiye îro

24 TEBAX 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin  Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê şoreşgerên Kurdistanê biparêzin
Çetîn Arkaş: Hûn bi wan re çi qas serbilind bin jî kêm e

23 TEBAX 2026
Gelê Amedê: Avakirina siberoja azad deynê li ser milê me ye

Gelê Amedê: Avakirina siberoja azad deynê li ser milê me ye

23 TEBAX 2026
Li Amedê îro jî bi hezaran serdana şîna cangoriyan kirin

Li Amedê îro jî bi hezaran serdana şîna cangoriyan kirin

22 TEBAX 2026
Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne