Civîna Desteya Şopandin û Tespîtê bi rêvebirina Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz ve dest pê kir.
Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di Desteya Giştî ya Meclîsê de bi 467 dengan bû qanûn û di rojnameya fermî de hat ragihandin. Ji bo sepandin ango pratîkirina qanûnê dê 3 destê bên avakirin. Yek van destayan jî Desteya Şopandin û Tespîtê ye. Civîna yekem a Desteya Şopandîn û Tespîtê bi rêveberiya Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz, li Beştepeyê dest pê kir. Di civînê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîfçî, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî ya MGKê Oktay Memîş jî amade bûn.







