Omer Akyol ê ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a İzmir Şakranê hat berdan, got: “Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.”
Omer Akyol, di 21ê Tebaxa sala 1996an de li navçeya Ebexê ya Wanê hat girtin û li Girtîgeha Tîpa H ya Dîlokê ma. Piştre ew sirgûnî Girtîgeha Tîpa T ya Êlihê hat kirin, piştî 16 salên li Dîlok û Êlihê, anîn Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Îzmîrê (Girtîgeha Tîpa T a Şakranê) û piştî 14 salan hat berdan. Omer Akyol ji aliyê malbata xwe, nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
‘Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin’
Omer Akyol ê ku bi çepikan hat pêşwazîkirin, wiha axivî: “Îro tam 30 salên min di girtîgehê qediya. Derketina piştî 30 salan hem min diêşîne hem jî kêfxweş dike. Kêfxweş dike ji ber ku ez êdî li derve me, min diêşîne ji ber hîn jî rêhevalên min li wir in girtî ne. Em pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk a ku Rêber Ocalan daye destpêkirin bi baldarî dişopînin û em bawerin wê bigihîje serkeftinê. Erê hin xetereyên vê pêvajoyê hene, dibe ku hinek kes bixwazin sabote jî bikin lê em ji Rêbertiya xwe bawer dikin. Wî em di bin şert û mercên tecrîta giran a li Îmraliyê de heta vir anîn û em ê jî di şopa wî de welatekî demokratîk ava bikin. Wê Azadî ya kurdan û Kurdistanê be.”















