Riha- Saziya Tiba Edlî tevî ku rapora xetereya teqîna damara dil a girtiyê nexweş Abdulkadîr Kaya gelekî bilind e, dîsa jî biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.
Girtiyê nexweş ê giran Abdulkadîr Kaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê tê ragirtin, tevî nexweşiyên xwe yên giran ên dil û damaran nayê berdan. Di rapora lijneya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargîl a Amedê ya di 3yê Hezîrana 2026an de hatibû amadekirin de, hatibû destnîşankirin ku stûriya damara aortê ya Abdulkadîr Kaya her sal ji 3 milîmetreyan zêdetir mezin dibe û ev rewş xetereya teqîna damara dil di asta herî bilind de diafirîne.
Desteya 11an a Îxtisasê ya Saziya Tiba Edlî di biryara xwe ya di 21ê Tîrmeha 2026an de, zêdebûna lezgîn a stûriya damara aortê û xetereya bilind a teqîna damarê qebûl kir. Saziya Tiba Edlî di biryara xwe de diyar kir ku divê Abdulkadîr Kaya ji bo klînîka Cerahiya Dil û Damaran a nexweşxaneyeke hemû beş lê heyî bê sewqkirin. Lê belê, tevî vê rewşa ku rasterast jiyana wî dixe xetereyê jî daxwaza paşxistina pêkanîna cezayê û berdana wî red kir.
Saziya Tiba Edlî di biryara xwe de îdia kir ku Abdulkadîr Kaya ‘dikare bi tenê hewcedariyên xwe yên rojane bi cih bîne’ û diyar kir ku heke di rewşên lezgîn de sewqkirina wî ya nexweşxaneyê bê misogerkirin, di girtîgeheke ku bijîşk û revîr lê heye de dikare înfaza wî berdewam bike.
Abdulkadîr Kaya kî ye?
Abdulkadîr Kaya (60) ê ku di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de cih digire, di sala 2018an de bi kurên xwe yê bi navê Ferhat (17) û Muhammed (19) re hat girtin. Di encama darizandinê de ji bo Abdulkadîr Kaya û Muhammed Kaya bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Bêyî destûr hilgirtin an veguhestina madeyên teqemeniyê’ 25 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgehê, di heman demê de ji bo her duyan jî 4 hezar û 583 roj cezayê adlî yê pere da. Ji bo Ferhat Kaya jî bi heman hincetan 17 sal û 4 meh cezayê girtîgehê û 3 hezar û 332 roj cezayê adlî yê pere hat birîn.











