Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî êrişa li ser Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo hikûmet û Başûrê gelê Kurdistanê anî ziman.
Fermandarê Giştî yê Sûriye Hêzên Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî der barê êrişa li ser Ofîsa taybet Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek li ser Xê weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
‘’Em piştgiriya xwe ji bo hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanê tînin ziman û êrişa li ser Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Ev êriş nayê qebûlkirin û ne exlaqî ye. Ev êriş li dijî îradeya were Başûr û beşê sereke yê saziyên dewleta Iraqê ye.‘‘
Dijîterora Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku du dronan ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayîna rêveberê Ajansa Parastinê ya li Pîrmamê bombebaran kir.













