Hevberdevk û Endamên Platforma Şiyar Be yên Êlihê diyar kirin ku li kolan û taxên ku lê dijîn wê nehêlin ku hişbir û tiryak bi hêsanî pêş bikeve û destnîşan kirin ku dê li dijî wan her tim li qadan bin.
Platforma Têkoşîna li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be di 26ê Nîsana 2025an de bi meş û daxuyaniyekê li Amedê hate ragihandin. Ev platform ji avabûnê heta niha li gelek bajaran li dijî tiryak, hişbir û fihûşê xebatên xwe bênavber dide meşandin. Platforma Şiyar Be di 6ê Tîrmehê de bi dirûşmeya “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad û aram rabin!” li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê pêngava “RABINê” ragihand. Platforma Şiyar Be ji wê rojê ve di serî de li Amed û navçeyên wê, li Sêrtê, Wanê, Êlihê li dijî hişbir, tiryak, fihûş, qumar û çetetiyê tax bi tax, kolan bi kolan ji civînên gel bigire heta nobetan, ji daxuyaniyan bigire heta çalakiya rûniştinê çalakiyên cûr bi cûr li dar dixe.
Hevberdevkê Platforma Şiyar Beyê yê Êlihê Tahsîn Baglamiş û endamên platformê Gulsuma Esen û Çîgdem Bîlem têkildarî armanç û xebatên platformê ji ajansa me re axivîn.

Hevberdevkê Platforma Şiyar Beyê yê Êlihê Tahsîn Baglamiş bi lêv kir ku kirîn û firotana tiryak û hişbirê dibe ku bi destê ciwanan bê firotin lê dema ku polîs alîkariyê nede wan dê çawa peyda bikin û wiha got: “Dema ku me dest bi van çalakiyan kir gelek malbatan xwe gihand me. Ciwanên me bi qedr û qîmet in û pêşeroja me ne. Divê ku ciwanên me jî van kiryarên qirêj bibînin û xwe tev li van qirêjiyan nekin. Tiryak û hişbir ne çareseriye. Ji ber vê yekê em jî weke ferdekî vê civakê van kiryarên ku têne jiyîn, em ê li dij bisekinin. Mixabin çawa li gelek welatên cihanê heye, di salên dawî de fihûş, tiryak û hişbir li Kurdistanê jî gihiştiye asteke mezin. Ev polîtîkayên dewletê yên bi zanebûn in. Salên berê bingeha van tiştan jî li Kurdistanê tune bû. Berê kesek nikaribû li vir tiştên wisa bifirotana. Lê van 7-8 salên dawî gelek belav bûye. Dema ku em dibêjin zêde bûye jî bi rastî jî gelek dilê me diêşê. Lê mirov bi awayekî giştî û civakî dikare pêşî li vê yekê bigire. Dema ku pêşî lê neyê girtin dê mala gelek kesan xirab bibe.”
‘Em hewl didin ku bi çalakiyên xwe pêşî lê bê girtin’
Tahsîn Baglamiş ku bal kişand ser gotin û kirinên dewletê, da zanîn ku gelek saziyên dewletê yên ku hatine avakirin ji bo vê yekê nabin bersiv û wiha domand: “Divê em li kolanan, taxan û li gelek deverên ku em lê dijîn em bi giştî bi hev re nehêlin ku bi hêsanî hişbir û tiryak li pêş bikeve. Dibe ku tiştek zehmet be, lê ne tiştekî bê îmkan e. Di vî aliyî de em bi hêvî ne û bixwe bawerin. Lê em bi hêvî ne ku li Kurdistanê dawî lê bînin. Bila êdî ew qas mal xerab nebin. Beriya ku em dest bi vê bernameyê bikin civakê feryat dikir. Dayîkên wan kesên ku dikşînin gelek caran ji me re digotin; êdî ji vê yekê re çareseriyekê bibînin. Heta îro em gihiştin gelek parkan û kuçeyan me bi gel re hevdîtin kir. Dema ku em diçin nava gel gelek kêfxweş dibe. Gelek gilî gazinên xwe tînin ziman û dibêjin; li temamî kolan, park û li taxên bajêr bi hêsanî tiryak û hişbir tê firotan. Em jî hewl didin li dijî van kiryaran çalakiyên xwe mezin bikin da ku pêşî lê bê girtin.”
‘Ev kiryar ciwanan û civakê ber bi nebaşî û helandinê ve dibin’

Endama Platforma Şiyar Beyê ya Êlihê Gulsuma Esen jî diyar kir ku amûrên tiryak û hişbirê ne ji niha ve ji berê ve hene û da zanîn ku di salên dawî de her roja ku diçe zêdetir dibe û wiha axivî: “Ev şerekî taybet e li ser ciwanên me didin meşandin. Pergala ku bixwaze li dijî civakek şer bike, pêşî bi meseleyên, aborî, xerabkirina ciwanan, hişbir, fihûş, tiryak, faîz, qumar û her tiştên nebaş û xerab bikar tîne.Van kiryaran ciwanan û civakê ber bi nebaşî û helandinê ve dibe. Dixwazin ku mirovên zana, welatparêz û leheng ji wan dernekevin. Dixwazin bi tenê li ser bedena xwe bifikirin û bi tiştekî dinê re mijûl nebin. Dixwazin şexsiyet û malbata wan ji hev bide belavkirin û aboriya wê malbatê perçe bikin. Gelek lingên şerê taybet hene, ev kiryarên ku dewlet dike yek ji wan e. Niha jî em dizanin, pergal bi taybetî li nava civaka me belav dike. Ji bo şerê taybet mezin bike xwe têde xurt dike. Ji ber ku şerê çekdarî nemaye radibin serî li van kiryarên qirêj didin. Divê ji niha û pê ve jî em bi xebatên xwe yên siyasî li nava civaka xwe yekîtiya xwe, hevgirtina xwe û miletê xwe li hevûdin kom bikin. Divê em azadiya vî gelî têxin rojeva xwe. Niha êdî mirov nikare weke berê şîretekî li ciwanan bike û tiştek ji wan bipirse. Di vir de kêmasiya dayîk û bavan jî heye, di malên xwe de serweriya xwe li ser zarokên xwe nedane avakirin.”
‘Em ê çalakiyên xwe mezintir bikin’
Gulsuma Esen destnîşan kir ku ew gelek caran dertên kolanan bi mirovan re nîqaşan dikin û hewl didin ku wan arasteyî nava saziyan bikin, da ku ew jî bikaribin zarokên xwe ji nava vê qirêjiyê vekişînin û wiha got: “Lê divê xebateke mezin hebe, ew jî ne bi tenê li ser milê me, li ser hemû sazî û qadên me yên dikaribin pêşî li vê yekê bigirin bê meşandin. Divê malbat dest bidin me, da ku em dikaribin bi hev re vê qirêjiyê ji nava civaka xwe derxin. Ev tişta ku ciwan bikar tînin hem laş, serî û aboriya nava malê bi hev re diêşîne. Em jî tişta ku ji destê me tê dikin û ji niha pê ve jî em ê çalakiyên xwe mezin tir bikin.”
‘Naxwazin ku ciwan bi rêxistinkirî bin û bifikirin’
Endama Platforma Şiyar Beyê ya Êlihê Çîgdem Bîlem jî got ku çend sal in li Kurdistanê şerekî giran ê taybet tê meşandin û wiha qala qirêjiyên şer kir: “Bi piranî li ser jinan û ciwanan şerekî qirêj heye. Ev tişta ku ciwan bi kar tînin bi destê pergalê tê kirin û firotan. Ji ber ku dixwazin civakeke pûç bidin avakirin. Naxwazin ku ciwan bi rêxistinkirî bin û bifikirin. Ji ber vê yekê di salên dawî de li Kurdistanê tiryak, hişbir û fihûşê xistine nava civakê. Di salên dawî de hin kiryarên qirêj bi destê pergalê tên kirin, rewşa aboriyê gelek xerab e û bêkarbûn gelekî zêde heye. Ji ber vê yekê em her hefte li parkan çalakiyan dikin, da ku ciwan hay ji hin tiştan hebin. Hevalên me yên derûnas jî bi me re ne, ew jî qala tiryak û hişbirê dikin ka bandora wê çawa li ser mirovan çêdibe û li ser diaxivin. Em ê jî ji niha û pê ve tişta ku ji destê me bê em ê bikin û her tim li qadan bin.”












