Yek ji şahidê çalakiya 15ê Tebaxê ku li navçeya Dihê ya Sêrtê pêk hat Mehmet Saît Dayanan diyar kir ku ev pêvajoya heyî bi saya çalakiya 15ê Tebaxê ye û wiha got: “Divê em vê dîrokê ji zarokên xwe re jî bêjin da ku ew jî zanibin û ji bîr nekin.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 15ê Tebaxa 1984an de li navçeya Dihê ya Sêrtê û li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê çalakiya xwe ya ewil li dar xist. Bi ser vê çalakiyê re 42 sal derbas bûn. Ev çalakiya ku di pêşengtiya yek ji fermandarên PKKê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de pêk hat ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bû çirûska şoreşeke mezin û gelê Kurd ev pêngav weke “Roja Vejînê, Cejna Vejînê” pênase dike.
Yek ji şahidê çalakiya ku li navçeya Dihê pêk hat Mehmet Saît Dayanan derbarê çalakiya 15ê Tebaxa 1984an û girîngiya wê ji Ajansa Welat re axivî.
M. Saît Dayanan çalakiya ku 15ê Tebaxa 1984an pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Nêzîkî mexrebê teqîn dest pê kir. Milet direvîn. Her çiqas dipirsim, dibêjin ‘em nizanin here mala xwe.’ Pişt re min dît ku zilamek ji jor ve hat û ji miletî re dibêje ne bez in, ne tirsin û ne rev in, tiştek tirsê tune ye. Hêdî hêdî ew bûyer hate nêzîkî qada cumhuriyetê ya navçeyê. Dema ku em çûn wir her kesek di kolanekî de direve. Ez jî êdî hatim min xwe gihand wî zilamî. Lê min nizanîbû ku ew Egîd e. Ji min re got ‘here malê.’ Ez zivirîm çûm malê lê ber ku birayê min û hinek xizmên me li sûkê bûn, ez dîsa hatim sûkê. Dema ku ez hatim sûkê ez li cem wî sekinîm.”
‘Kes zêde newêribû li wir bimîne’
M. Saît Dayanan di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Kesên ku êriş dikirin jî li qadê diçûn û dihatin. Herî dawî ez li cem Egîd mam. Min dît ku zilamek ji qehwê derket û kaxizek di destê wî de bû û ew jî reviya. Piştre zilamekî din derket û got ‘bireve pêşmergeyan bi ser Dihê de girtiye.’ Ez jî ji xwe re fikirîm û min got, çi karê pêşmergeyan li vir heye? Lê weke ku mirov hebên noka biavêje erdê wisa fîşek jî li erdê bûn. Bi wê yekê re dengê teqîna caman, sacên serê xaniyan dihate û hemû dabûn ber gulan. Piştî ku dengê guleyan sekinî êdî deng ji hoparlora mizgeftê hat û gerîlayan gotin; ‘Me êriş daye sekinandin û bila herkes hêdî hêdî biçe mala xwe.’ Gotin, di êrişê de leşkerek hatiye kuştin û me li hemû derdora Dihê alên partiyê daniye. Me jî ew al dîtin, rengên wan kesk û sor û zer bûn. Piştre gotin; ‘Kesên ku bixwazin bila biçin mala xwe û yên ku bixwazin bila bimînin, em ê bi wan re sohbet bikin.’ Lê kes zêde newêribû li wir bimîne. Kesên ku reviyan bûn malê xwe dîsa zivirîn. Dûre min lê nihêrt zilamekî li cem min bû, xwe dan naskirin. Lê di dema êrişê de li pêşiya miletê bû û digot ‘bila gel eziyetê û tehdê nebîne.’ Ji me re got ‘me Dihê girtiye û êdî di destê me de ye.’”
‘Sirûda ‘Herne pêş’ bi herkesî didin xwendin’

M. Saît Dayanan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku şervanan bi herkesên ku li qehwê kom kirin sirûda “Herne pêş” pê dan gotin û wiha pê de çû: “Dema Egîd û hevalên xwe li wir man û miletê li qehwê komkirin û bi wan re sohbet dikirin û digotin; ‘Ev der Kurdistan e.’ Van axaftinên xwe li hemû qehweyên navçeyê dikirin. Çawa ku dengê teqînê hatibû kesên ku li taxên jorîn diman ew jî hemû hatibûn. Ew gule li gelek deverên navçeyê hatibûn reşandin. Jixwe beriya ku êriş bikin li hemû derdorên navçeyê alên partiyê danîbûn, têlên ceyranê û telefonê birîbûn, dûre dest bi şer hatibû kirin.”
‘Em bi vê boneyê yekîtiya gelê Kurd jî dixwazin’
M. Saît Dayanan di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Tişta ku me dît yên saxlem sê cendirme tenê mabûn. Yên dinê jî hemû birîndar bûbûn. Divê em vê dîrokê ji zarokên xwe re jî bêjin da ku ew jî zanibin û ji bîr nekin. Jixwe yên ku jiyana xwe ji dest dane em ji bo wan rehmê dixwazin û yên mane jî ji wan re serkeftinê dixwazin. Van rojên ku em dibînin jî hemû berdewamiya 15ê Tebaxê ye. Em bi vê boneya 15ê Tebaxê yekîtiya gelê Kurd jî dixwazin. Û bû nêzîkî du salan pêvajoyek hatiye destpêkirin, hê jî me tiştekî wisa zelal ji aliyê dewletê ve nedîtiye. Em xwediyê soza xwe û gotinên xwe ne. Beriya çend rojan qanûnek hate meclisê û hate qebûlkirin. Di nav de mafê gelek tiştan tune ye. Qala berdana birêz Ocalan û gelek endamên Tevgera Azadiyê nehatiye kirin. Qala ziman, nasname, perwerde û xweseriya ku em dixwazin nehatiye kirin. Em zêde bi wan qanûnan ne piştrast in.”












