Abdullah Yilmaz ê ku piştî 31 salan ji girtîgehê derket bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Heke birêz Ocalan nikaribe bi civakê re fikr û ramanên xwe parve bike, ramanên gele Kurd binpê dibin û gelê Kurd jî dê neyê qebûlkirin.”
Abdullah Yilmaz ê ku di sala 1995an de li Sêrtê hatibû binçavkirin û girtin, piştî 30 sal û 3 mehan di 5ê Cotmeha 2025an de ji Girtîgeha Tîpa Fyê a Kiriklarê ya Bûcaya Îzmîrê hatibû berdan. Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) bi hinceta “Parçekirina yekîtî û yekparebûna dewletê” cezayê muebedê li Abdullah Yilmaz birîbû. Abdullah Yilmaz bi rêzê li Girtîgehên Êlih, Sêrt, Şakrana Îzmîrê, Sêwereg, Riha û Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2yan a Kiriklar a Bûcayê ya Îzmîrê hatiye ragirtin. Abdullah Yilmaz derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa me re axivî.
Abdullah Yilmaz bal kişand ser qanûna çarçoveyî ku dê pêşkeşî Meclisê bê kirin û diyar kir ku dewlet ketiye pey hesabên biçûk. Abdullah Yilmaz destnîşan kir ku divê di destûra bingehîn ku dê bê çêkirin de perwerdehiya bi Kurdî, çand, hebûn û dîroka Kurd û Kurdistanê bê naskirin.
‘Dema ku birêz Ocalan neyê qebûlkirini Kurd jî neyên qebûlkirin’
Abdullah Yilmaz bi bîr xist ku girtiyên azadiyê yên nexweş piştî tên asta mirinê tên berdan û dewlet weke tol hilanînê nêzîkî girtiyan dibe. Abdullah Yilmaz bal kişand ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Hebûna birêz Ocalan hebûna Kurd û Kurdistanê ye. Ger ku mafê birêz Ocalan neyê bidestxistin, ew ê birêz Ocalan negihîje mafên xwe yên bingehîn û azad. Lê ger birêz Ocalan nikaribe bi civakê fikr û ramanên xwe parve bike, di wir de fikr û ramanên gelê Kurd binpê dibe û azad nabe. Dema ku birêz Ocalan neyê qebûlkirin dê Kurd jî neyên qebûlkirin. Serê ewil Devlet Bahçelî digot; mafê hêviyê. Ev bû du sal jixwe qala wê jî nayê kirin. Bi tenê bi yek alî diaxivin, lê bi yek alî jî ji bo me pirsgirêkeke gelek mezin e. Divê bi muxatabê pirsgirêkê bi birêz Ocalan re diyaloga xwe xurt bikin. Gelek girtiyên siyasî hene cezayê xwe qedandine dîsa nayên berdan. Ez bixwe jî yek ji wan girtiya me, cezayê min jî zêdetirî salekê dirêjkirin. Dema ku dewletê gaveke biçûk jî biavêtibûna dê civakê jî hinek tiştan qebûl bikira.”
‘Em Kurd têgeha terorê qebûl nakin’
Abdullah Yilmaz bal kişand ser mafên gelê Kurd ên weke ziman, çand, nasnameyê û ev yek anî ziman: “Hewceye ku Kurd jî bi serbestî zimanê xwe biaxivin. Ji bilî wan kes nabêje, ‘Tirkiyeya bêteror’ ji ber ku teror ew bixwe ne lewma wisa dibêjin. Em weke Kurd têgeha terorê qebûl nakin. Dema ku dewleta Tirk bixwesta pirsgirêka Kurd hesab bikira, ew têgeh bikar nedianî. Ê me mafekî azad û rewa heye, em wî dixwazin. Em bi her awayî daxwazên xwe yên bi rêyên demokratîk dixwazin. Felsefeya Serok Apo ev e; dibêje, hêzên cîhanê hemû yên me bin, em ê êrişê tu kesî nekin û cîhan hemû bibe yek me bi darve bike em ê li ber wan çok daneynin. Hemû daxwazên Kurd û Kurdistanê di van têgehan de veşartî ne. Ne em êrişê kesî dikin ne jî em zextên kesî li ser xwe qebûl dikin. Em ê tu carî xwe bêhêvî nekin û em ê berxwedanek bi rûmet û şanaz bikin.”












