Amed – Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî derbarê pêvajoya heyî de anî ziman ku weke nivîskarên Kurd dixwazin di vê pêvajoyê de çareseriyê bibînin û wiha got: “Ji bo ku civakek azad be û di roniyê de bijî, divê beriya her tiştî wêjeya wê azad be.”
Pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an dest pê kiribû salek û nîv li pey xwe hişt. Ev pêvojaya heyî ji siyasetê bigire heta civakê ji saziyan bigire heta rewşenbîran hemû beşan di nava xwe de dihewîne û di vê pêvajoyê de rol û mîsyoneke her kesê heye û li gorî vê yekê jî daxwazên wan hene. Nivîskarên Kurd jî yek ji van beşan e, ew jî dixwazin di vê pêvajoyê de cih bigirin û ji aliyê wêje, ziman û nivîsandina Kurdî ve bibin xwedî îrade û bên nasîn.
Ji ber sedemên siyasî bi sedan nivîskarên Kurd ji derveyî welat karê xwe dimeşînin lê dema behsa pêvajo û civaka demokratîk tê kirin ew jî dixwazin vegerin welatê xwe û ji aliyê wêje û nivîsaninda Kurdî ve di nav civaka xwe de cih bigirin. 130 nivîskarên Kurd ên li Amedê, bajarên derdorê û derveyî welat têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 19ê Tîrmehê de li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî li ser rol û mîsyona nîvîskarên Kurd a di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Herdem Merwanî bi lêv kir ku dema behsa aşitiyê tê kirin beriya her tiştî aramî tê bîra xelkê û ev yek anî ziman: “Çima em dibêjin aştî ji ber ku em gelekî ji aramiyê dûr mane. Aştî sekinandina kuştinê û xwînê ye. Sekinandina ew tevlihevbûna ku heta îro li ser me hatibû ferzkirinê ye. An ku jiyaneke dema ku mirov zarok be, bi xweşikayî lê dinêre ye, weke bexçeyekî ku tenê gul û çiçek lê hebin, dema behsa aştiyê te kirin jî ev tê bîra min. Weke wêjekareke Kurd xeyala min a herî mezin ew e ku rojek bê em bi van çavan bibînin ku aştî hatiye û beriya her tiştî jî em xeyalên wan kesên ku me di şer de winda kirine, bînin cih.”
‘Divê rê li ber nivîskarên Kurd were vekirin’
Herdem Merwanî daxuyaniya 130 nivîksarên Kurd a ku çend roj berê ji bo xurtkirina pêvajoyê dabûn bi bîr xist û wiha pê de çû: “Li komeleya me li ser pêvajoya aşitiyê daxuyaniyek hat dayîn. Gelek nivîskarên ku piştgirî dan daxuyaniyê ne li vir bûn lê dilê wan li vir e. Di pêvajoya aştiyê de yek jî ew e ku divê rê li ber nivîskarên Kurd were vekirin. Ji ber gelek nivîskarên Kurd bi Kurdî nivîsandine, yan jî mafê xwe yê xwezayî yan ku mafê xwe yê Kurdî parastine li sirgunê ne, li welatên cuda dijîn. Hêviya min jî ew e ku ev kes bikaribin sibe ro vegerin welatê xwe, yan jî nivîskarên ku di zindanê de ne bêne berdan. Ev weke bendewariyek, weke hêviyekê ye û em dixwazin ku ev hêvî êdî şênber bibe. Tenê bi hêviyê û bi bendewariyê nemîne. Dema hevalên me li wê derê bin, em li vir bin ev yek ji bo mirov giran tê. Beriya her tiştî divê gavên şênber werin avêtin. Dema nivîskarek ku li derveyî welat, an jî di zindanê de ye, hat nav civakê ev dê mizgîniyek be û bextewariyeke gelek mezin bi me re ava bike.”
‘Neteweyek bi wêje û zimanê xwe heye’
Herdem Merwanî anî ziman ku ew tenê ji bo wêjeyê dernakevin rê, dema ew bi rê dikevin bi hemû pirsgirêk û xwestekên civakê re rû bi rû dimînin û wiha axivî: “Dema em derdikevin nav civakê van pirsgirêkan dibînin em nizanin pêvajo dê yan xirab here yan jî baş here. Mînak dema em diçin bajarekî din, roja ku di rêyan de pir zêde lêgerîn hebe wê demê em dibêjin ev pêvajo wê zilmê bi xwe re bîne, tiştekî ku em pê bawer bikin tune ye. Ji ber ku ev yek derdikevin pêşiya me baweriya me û civakê çênabe. Dema em bi civakê re dikevin diyalogê ji ber ku em tim bi hevdû re ne. Gelê Kurd jî gelekî polîtîk e ji ber wê çi dibe bila bibe bi rastî jî ew hîs dike. Di nava hevdu de nîqaş dikin û ev nîqaşên wan jî bandorê li ser me jî dike. Em jî weke nivîskarên Kurd dixwazin bi rastî ev şer bila were rawestandin. Elbet em bêjin şerekî 40 salan zêdetir e tê meşandin ji ber wê aştiya vî şerî jî dê ne hêsan be. Lê ev nêzî 2 sal in pêvajoyek heye û ev pêvajo jî wê demê li benda çi disekine? Yanî divê em weke civak, nivîskarên Kurd di vê pêvajoyê de çareseriyê bibînin. Îro em dixwazin kar û barê xwe yê wêjeyî bêhtir bimeşînin. Ji ber ku zimanê me, wêjeya me layiqê azadiyê ye. Bi salan e ji berdelên giran jî ji bo wan hatiye dayîn. Lê belê heya kengî? Ji ber ku neteweyek bi wêje û zimanê xwe heye.”
‘Divê bi hişmendiya neteweyî em tevbigerin’
Her wiha Herdem Merwanî diyar kir ku her çiqas weke berê tundî û bi zor û zextan re rû bi rû nemînin jî dîsa gelek caran ew vê yekê di nav jiyanê û di nav kar û xebatên xwe de hîs dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku civakek azad be û di roniyê de bijî, beriya her tiştî divê wêjeya wî azad be. Jixwe mirov nivîskareke Kurd be ev yek bi serê xwe zehmetiyeke. Lê di pêvajoyên wiha de bi vî awayî hêj zêdetir zehmetî derdikevin pêşiya me. Bi salan e ji xwe em bi zehmetiyan hatin heya îro. Lê belê êdî em dixwazin ji her hêlê ve hem ji aliyê ziman, hem jî ji aliyê wêjeyê ve ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin divê bi aştiyê werê tacîdarkirin û civak jî layiqê aştiyek mayînde ye. Me zêdetir kişand ji bo wê jî divê beriya her tiştî em bibin yek, yekitiya me hebe û xurt be. Bi wê hişmendiya neteweyî em tevbigerin û beriya her tiştî divê di xala aşitiyê de em bi hev re bimeşin. Ji ber ku ev ne pirsgirêka nivîskarek an jî tenê ya hinek kesan e.”












