Amed – Kaniya Enzeleyê ya ku li navçeya Sûra Amedê ye û bi hezar salan e jiyanê dide vê xakê, di mehên havînê de dibe stargeha herî şên û bicoş a zarokan. Enzel, ne tenê çavkaniyeke avê ye, ew ji bo zarokên Amedê behra herî mezin, yarîgeha herî bextewar û mîraseke zindî ya dîrokê ye.
Dîroka Kaniya Enzeleyê ya li navçeya Sûra Amedê ku di gelek çavkaniyan de weke “Kaniya Zelal” jî derbas dibe, digihîje serdemên pir kevnar ên mîna Hurî, Mîtanî, Romayî û Merwaniyan. Di serdema mîrîtiyên Kurdan de jî ev kanî wekî dermanê gelek nexweşiyan dihat dîtin û li dorbera wê bîr û avahiyên taybet hatibûn çêkirin. Di her serdemê de weke çavkaniyeke pîroz û bereketê hatiye dîtin; xelkê herêmê bawer dikir ku ava wê gelek nexweşiyên çerm baş dike. Her çend ev kaniya dîrokî di salên 1970yî de di bin betonê de hatibe hiştin jî, bi projeya ku di sala 2010an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat kirin de beton hat rakirin û Kaniya Enzelê dîsa ji ger û geştê re hate vekirin û derket ser rûyê erdê.
Dengê zarokan Enzeleyê geş dike
Dema ku mirov berê xwe dide kaniyê, berî her tiştî dengê ken û şabûna zarokan dibihîze. Zarokên Sûrê, ji ber nebûna derfetan, havînan li ser vê kaniya dîrokî kom dibin. Ji bo wan, Enzel dibe navenda lîstik, hevaltî û hênikbûnê. Ew bi rûyên xwe yên biken û bi dilgermiyeke mezin xwe diavêjin nav ava hênik. Mehên havînê dibe cihê kêfxweşiya zarokan û cihê ger û geşta welatiyan.
Pêdiviya kaniyê bi paqijiyê heye
Ji ber ku Kaniya Enzelê li qadeke vekirî ye û rasterast tê bikaranîn, paqijî û ewlehiya wê rasterast bandorê li tenduristiya zarokan dike. Ji bo ku ev kaniya xweşik a dîrokî ji xetereyên tenduristiyê dûr bikeve, pêwîstiya wê bi paqijkirina birêkûpêk a avê û sererastkirina derdora kaniyê heye. Parastina kaniyê her wiha parastina mîrateya hezar salan a bajêr e ku îro jî di nav jiyana rojane de zindî ye.






















