• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

    Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Heyeta ciwanên Rojhilata Navîn ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

Enqere / AW

19 ÇILE 2026 - 16:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Heyeta Ciwanên Rojhilata Navîn ku ji welatên cuda hatin Enqereyê ji bo li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.

Heyeta Ciwanên Rojhilata Navîn ku ji welatên wek Misrê, Lubnan, Fas, Tunus û Iraqê hatin Amedê û piştre hatin Enqereyê û serdanan DEM Partiyê kir. Heyeta ciwanên enteryonalîst li navenda giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi meclîsa ciwanan re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê ji bo li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan. Ciwanan li ber deriyê Wezareta Dadê daxuyanî da.

Li ser navê heyetê rojnamegerê Sûryan Caesar Mattî axivî.

Caesar Mattî diyar kir ku ew komeke ku di nav de aktivistên Jin, Ciwan û partiyên siyasî hene ne û azadiya gelên bindest diparêzin. êrişên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermeza kir û got ku gelên li wir ji aliyê Colanî ve bi komkujiyan re rû bi rû hatinê hiştin. Anî ziman ku di bingeha êrişan de projeya emperyalîstan heye û ev tişt gotin: “Êrîşên ku sivîlan hedef digirin, mafên wan ên jiyan, rûmet û ewlehiyê binpê dikin, û armanc dikin ku serdestiya rastgir li gorî projeya nû ya emperyalîzmê ji bo herêmê xurt bikin, wekî beşek ji hewldanên paqijkirina etnîkî û neteweyî berdewam dikin. Ev polîtîka bi taybetî jinên Kurd hedef digirin, ku hilgirên pêşengiya şoreşger in. Sîstema baviksalar hewl dide ku îradeya jinan bi zorê ji cih û warên wan derxîne, wan bêewleh bike û wan bixe nav çerxên tundûtûjî, xizanî û îstismara ducarî. Zilm û zordariya li ser gelan aliyekî din ê zordariya li ser jinan li herêmê ye; her du jî ji hêla avahiyek baviksalar, çînî û otorîter ve têne xurt kirin ku armanc dike ku li ser laş, raman, nasname û erdên me serdest be.”

‘Divê heval Abdullah bê berdan’

Caesar Mattî destnîşan kir ku dilgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah binpêkirina peymanên navneteweyî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PKKê bi pêşengiya hevrê Abdullah Ocalan çareseriyeke bi dîaloge pêşxistiyê. Lê dewleta Tirkiyeyê berovajî vê, gav neavetinê û tecrîde kûr dike. Divê heval Abdullah bê berdan. ”

Daxwaz û bang

Caesar Mattî daxwazên xwe û banga xwe wiha anî ziman;

* Çareseriyeke demokratîk gaveke siyasî ya pêşverû ye ku erkê yasayî û exlaqî li ser dewleta Tirkiyeyê ferz dike ku hawîrdorek aştiyê biafirîne û mafên gelên Kurd û Tirk nas bike. Di nav van mafan de ya herî girîng azadkirina Heval Abdullah Öcalan e, ku şertek bingehîn ji bo her çareseriyeke siyasî ye.

* Em daxwaza berdana tavilê ya hemû hevalên ku ji ber piştgiriya doza Kurd hatine girtin dikin, bi taybetî Heval Abdullah Ocalan ku sembola têkoşîna gelê Kurd e.

* Em sûcên ku li parêzgeha Helebê li dijî gelê Kurd û Bakur-rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, bi awayekî kategorîk red dikin. Bikaranîna retorîka “çekberdanê” ji bo tepeserkirina berxwedanê di heman demê de dayîna azadiya bêdawî ji milîsên faşîst re ji bo kuştin û sirgûnkirinê, nikare rê li ber aştiya rastîn veke. Aştî bêyî wekheviya civakî û demokrasiyê nayê sazkirin; aramî bi şikandina îradeya gelê ku di nav kavilên gundên wêrankirî û korîdorên koçberiya bi darê zorê de li ber xwe dide, nayê bidestxistin.

* Em hevgirtina xwe ya tevahî bi gelê Kurd li Rojava û gelê Bakur-rojhilatê Sûriyeyê re dikin; Em mafê jiyana di aştî û ewlehiyê de, li ser bingeha edalet û rêzgirtina hevbeş, bê tundûtûjî, zilm û paqijkirinê diparêzin. Tiştê ku li Rojava diqewime binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî û mirovî ye û gefê li ser aramiya herêmî û aştiya civakî çêdike. Ev pêvajo êşa gelekî ku ji bo azadî û nirxên hevpar ên mirovî bedelên giran daye, kûrtir dike. Em hemû aliyan ji van binpêkirinan ji hêla qanûnî û exlaqî ve bi tevahî berpirsiyar dibînin; em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin ku tavilê tedbîran bigirin, binpêkirinan rawestînin, sivîlan biparêzin û hesab ji bo sûcdaran misoger bikin. Em tekez dikin ku aştiya mayînde bêyî rêzgirtina li peymanan ne mumkin e. Dema ku girtiyên siyasî hene; em daxwaza serbestberdana tavilê û bê şert û merc a heval Abdullah Ocalan, misogerkirina tevahî ya mafên wî yên qanûnî, û naskirina mafên zimanî, çandî, sivîl, siyasî, aborî û civakî yên gelê Kurd û gelên Bakur-rojhilatê Sûriyeyê dikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

8 COTMEH 2026
Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

8 COTMEH 2026
Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

8 COTMEH 2026
Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

8 COTMEH 2026
Delîl Dîlanar dê li Amed û Stenbolê konseran li dar bixe

Delîl Dîlanar dê li Amed û Stenbolê konseran li dar bixe

8 COTMEH 2026
Pirtûka ‘Dengê Helbesta Kurdî’ der çû

Pirtûka ‘Dengê Helbesta Kurdî’ der çû

8 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne