• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

    Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

    Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kantona Firatê banga serhildan û seferberiya giştî kir

Navenda Nûçeyan /AW

19 ÇILE 2026 - 14:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê seferberiyeke giştî îlan kir û bang li hemû şêniyan kir ku li her derê rabin ser pêyan, tev li seferberiya giştî bibin û li dora hêzên leşkerî bibin xelek.

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê têkildarî êrişên hikûmeta demkî ya Şamê û rewşa dawî daxuyanî da. Daxuyaniyê hevserokê Meclisa Rêveber a kantonê Ferhan Hecî Îsa xwend. Daxuyaniya Xweser a Kantona Firatê wiha ye:

‘Li dijî gelê me êrişên hovane pêk anîn’

“Komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya li Şamê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî berfireh pêk tîne, her wiha hikumetê hemû peyman û têgihîştinên berê binpê kirin, bi taybet Peymana 10’ê Adarê û sûcên herî hovane li dijî gelê me bi hemû pêkhateyên xwe pêk anîn. Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî van êrişên hovane li hemû eniyan berxwedaneke qehremanî û dîrokî nîşan didin, herêmê û destkeftiyên gelê wê diparêzin.

‘Hikûmeta Şamê Sûriyeyê ber bi tunebûnê ve dibe’

Êdî ne veşartî ye ku hikumeta li ser desthilatdariya li Şamê Sûriyeyê ber bi tunebûnê ve dibe. Bi nêzîkatiya xwe ya heyî, ew hewl dide civakên cuda yên Sûriyeyê li dijî hev rake û di navbera gelê Sûriyeyê de şikestineke kûr çêke. Ev hemû jî di xizmeta berjewendî û armancên dewlet û aliyên biyanî de pêk tê. Ji ber vê yekê, em hikumeta li Şamê hişyar dikin ku kiryarên wê dê bandor û encamên xeternak li ser herêmê û gelê wê çêke û em wê bi tevahî berpirsyarê şer û wêrankirina berdewam dibînin.

‘Êrişan şermezar dikin û seferberî îlan dikin’

Li hember vî şerî û polîtîkayên ku ji hêla hikumeta Şamê ve têne meşandin, em wek Rêveberiya Xweser a Demokratîk, vê hovîtiyê bi tundî şermezar dikin û li hember wê seferberiyeke giştî radigihînin. Em bang li hemû gelê xwe li her derê dikin ku serî hildin, tev li seferberiya giştî bibin û li dora hêzên xwe yên leşkerî yên ku hebûn û nasnameya gelên herêmê diparêzin, kom bibin da ku van êrişan paşve bixin, vî şerî têk bibin û bigihêjin armancên şoreşa xwe û destkeftiyên wê biparêzin.

‘Ev qanox dîrokî û xeternak e’

Ev qonax dîrokî û pir hesas û xeternak e. Ji ber vê yekê, divê her kes bi berpirsyarî tev bigere û ji bo dûrxistina xetereyên li dora herêmê, bi taybet xetereya vegera çeteyên DAIŞ’ê, tê bikoşin. Divê hemû gelê me çekan hilgire û li gorî pêdiviyên şer xwe bi rêxistin bike. Çawa ku em li Kobaniyê bi ser ketin û terorîzm têk bir, em ê dîsa bi heman ruh û biryardariyê serkeftinê bi dest bixin.

‘Şehîd û birîndar hene: rabin ser pêyan’

Her wiha em bang li civata navneteweyî dikin ku tavilê mudaxele bike û dawî li şerê ku ji hêla hikumeta Şamê ve tê meşandin, bîne. Divê ew erkên xwe yên exlaqî li hember gelên herêmê bi cih bîne, ew gelên ku di şerê ji bo cîhanê ji gefa terorîzmê xilas bike bi hezaran şehîd û birîndar dane. Eger herêm rastî vê xetereya hebûnê hat, divê destwerdaneke rasterast a navneteweyî hebe. Em bang li gelê xwe li seranserê Kurdistanê û hemû mirovahiyê dikin ku rabin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Rojava ku îro ji bo parastina hebûnê şer dikin.”

Etîket: qonaxad dîrokî û xeternakRêveberiya Xweser a Kantona Firatêseferberiyeke giştî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne