Li gundê Deşta Fîsê ya ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) lê hat damezrandin, salvegera 48emîn a damezrandina PKKê hat pîrozkirin.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, bi boneya 48emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya 27ê Mijdarê, li gundê Deşta Fîsê ya navçeya Licê ya Amedê pîrozbahiyek li dar xist. Girseya ku di nav wan de rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û yên navçeya Licê û endamên şaredariyê jî hebûn, pîrozbahî li gel endamên malbata Zûgûrlî ku PKKê kongreya xwe ya yekem li mala wan li dar xistibû, pêk anî.
Di pîrozbahiyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.



















