Li Amedê Ciwanên Sosyalîst ên Welatparêz bi boneya bîranîna şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan çandin.
Ciwanên Sosyalîst ên Welatparêz bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û bîranîna şehîdên meha Mijdarê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li ser gorên kulîk çandin. Di çalakiya ku bi beşdariya ciwan û malbatê şehîdan pêk hat de ciwanan bal kişandin ser girîngiya 27ê Mijdarê û xwedîderketina li bîranîna şehîdan.
Endamê Ciwanên Sosyalîst ên Welatparêz Muhammed Altinkaya diyar kir ku meha Mijdarê ji bo dîroka gelê Kurd meheke girîng e û wiha got: “Me şehîdê xwe yê yekemîn di vê mehê de da. Ji ber vê yekê, ji bo me sosyalîstên welatparêz ev meh, hem cuda ye hem jî meheke girîng e. Ji ber vê sedemê em jî her sal di meha şehîdan de, ango di meha Mijdarê de tên ser goristanê û li şehîdên xwe xwedî derdikevin. Îsal jî em hatin ser goristana Yenîkoyê. Em ji bo xwedîderketina li şehîdên xwe hatin, em kulîlkan datînin û gorên wan paqij dikin.”
Muhammed Altinkaya li ser mîrata şehîdan ji bo gelê Kurd hiştiye got ku şehîdan têkoşîneke mezin û bîreweriyeke xurt ji gelê Kurd re hiştine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê, ji bo ku di xeyalên me de bijîn, em wan bi bîr tînin. Ne tenê salê carekê yan di vê mehê de, em her sal, her meh û her kêlî şehîdên xwe bi bîr tînin û di rêya wan de dimeşin. Divê ciwanên Kurdistanê li şehîdên xwe xwedî derkevin û goristanên xwe tenê nehêlin. Em wisa xwedî lê derkevin da ku malbat nebêjin ‘hevalên şehîdên me nîn in’. Bila bizanin ku hevalên wan li vir in û xwedî li wan derdikevin.”
Piştî axaftina Muhammed Altinkaya kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin.











