• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE

    YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Hatîce Yildiz a 77 salî hê girtî ye: Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn

    Hatîce Yildiz a 77 salî hê girtî ye: Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 26ê COTMEHA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajoyê jehrî nekin’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajoyê jehrî nekin’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî dê bi merasîmekê bê dayîn

Amed / AW

26 COTMEH 2026 - 10:47
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Xelatên Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî ya 13emîn dê di 30ê Cotmehê de bên dayîn. Hoşeng Nîzarî û Simeya H. Lalîn di pêşbaziyê de bi ser ketibûn. Xelata Rûmetê jî dê bidin zimanzan û Kurdolog Michael L. Chyet.

Ji bo vejandina bîranîn û navê Arjen Arî, yek ji navên girîng ên helbesta nûjen a Kurdî û teşwîqkirina helbestvanên ciwan ên Kurd bo helbestê, îsal dê merasîma xelatdayîna Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî ya 13emîn, roja Înê di 30yê Cotmehê de li Salona Xwendinê ya Arjen Arî ya Şaredariya Peyasê bê lidarxistin. Di merasîmê de, ku bi hevkariya Şaredariya Peyasê û Weşanên Sor tê lidarxistin, dê xelatên Hoşeng Nizarî û Simeya H. Lalîn, ku bi du dosyeyên cuda bûne yekem, û Michael L. Chyet, xwediyê Xelata Rûmetê, bên dayîn. Di çarçoveya bernameyê de dê panelêk li ser Arjen Arî jî bê lidarxistin.

Îsal du dosye bûn yekem

Di Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî ya 13emîn de, ku encamên wê di 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî de hatin ragihandin, dosyeya Hoşeng Nizarî ya bi navê “Bîra Beyabanê” û dosyeya Simeya H. Lalîn ya bi navê “Hestiyên Tivinga Min” bûn yekem. Jûriya pêşbaziyê, ku ji Berken Bereh, Necla Arî, Gulîzer, Emerîkê Sidîqayê û Nuroj Munzur pêk dihat, dosyeyên 13 helbestvanên ciwan ên ku beşdarî pêşbaziyê bûbûn nirxand. Her du dosyeyên ku layiqî xelatê hatin dîtin, ji aliyê Weşanên Sor ve wekî pirtûk hatin çapkirin.

Xelata Rûmetê ya vê salê jî dê ji ber xebatên wî yên di warê ziman û edebiyata Kurdî de, bide zimanzan û Kurdolog Michael L. Chyet.

Merasîma xelatdayînê û îmzekirina pirtûkan

Di çarçoveya bernameya çalakiyê de, dê di destpêkê de saet 12:30an li Goristana Yenikoyê ya Amedê, li ser gora Arjen Arî bîranîn bê lidarxistin.

Di merasîma xelatdayînê de ku dê saet 18:00an dest pê bike, dê xelatên Hoşeng Nizarî û Simeya H. Lalîn, ku bûne yekem, bên dayîn. Piştî pêşkêşkirina xelatan, Simeya H. Lalîn dê pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze bike.
Helbest û mîrata edebî ya Arjen Arî dê bên nîqaşkirin.

Di çarçoveya bernameyê de, saet 19:00an dê panelêk li ser helbest û mîrata edebî ya Arjen Arî bê lidarxistin. Osman Ozçelîk û Rêzan Diljen dê wekî axêver beşdarî panelê bibin. Mîna Acer jî dê moderatoriya panelê bike.

Arjen Arî kî ye?

Arjen Arî di sala 1956an de li gundê Çalê yê bi ser navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve ji dayik bû. Ew wekî yek ji nûnerên girîng ên helbesta nûjen a Kurdî tê nasîn. Wî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Nisêbînê qedand û di sala 1979an de beşa Zimanê Tirkî ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê qedand. Helbesta wî ya yekem di heman salê de di Kovara Tîrêjê de hate weşandin. Helbestên wî di kovarên cuda yên li Kurdistan, Tirkiyeyê, Swêdê de hatin weşandin. Arjen Arî di sala 2004an de di nav damezrînerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd de cih girt û di 30yê Cotmeha 2012an de, dema ku li Amedê tedawiya penceşêrê didît, jiyana xwe ji dest da.
Di nav pirtûkên helbestên wî de “Ev Çiya Rûspî ne”, “Ramûsanên Min Veşartin li Geliyekî”, “Destana Kawa”, “Şêrgele”, “Çil Çarîn”, “Gorî û Bindest”, “Kulîlkên Be’îvan”, “Payîza Peyvê”, “Erotîka”, “Bîhoka Li Pişt Sînor” û “Bakurê Helbestê” hene. Helbestên wî yên tevahî bi navê “Şêrgele” ji aliyê Weşanên Sor ve hatine weşandin. Ji bo vejandina bîranîn û mîrata wî ya edebî û piştgirîkirina helbestvanên ciwan ên Kurd, her sal bi navê wî pêşbaziya helbestê tê lidarxistin.

Etîket: Arjen Arî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî berdewam dikin

Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî berdewam dikin

20 ADAR 2026
Serlêdanên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî dest pê kir

Serlêdanên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî dest pê kir

22 KANÛN 2025
Helbestvan Arjen Arî li Amedê hat bibîranîn

Helbestvan Arjen Arî li Amedê hat bibîranîn

23 MIJDAR 2025
Helbestvan Arjên Arî hate bibîranîn: Wî mîrateyek li pey xwe hişt

Helbestvan Arjên Arî hate bibîranîn: Wî mîrateyek li pey xwe hişt

30 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne