• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE

    YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Hatîce Yildiz a 77 salî hê girtî ye: Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn

    Hatîce Yildiz a 77 salî hê girtî ye: Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 26ê COTMEHA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajoyê jehrî nekin’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajoyê jehrî nekin’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE

    YBŞ-YJŞê peymana bi Bexdayê re ragihand: Şervanê me beşdarî ewlehiya federal dibin

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Hatîce Yildiz a 77 salî hê girtî ye: Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn

    Hatîce Yildiz a 77 salî hê girtî ye: Ji bo girtiyên siyasî qanûn cuda tê bikaranîn

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 26ê COTMEHA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajoyê jehrî nekin’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajoyê jehrî nekin’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

Navenda Nûçeyan

26 COTMEH 2026 - 09:45
Kategorî: DARAZ
A A
Çawişê pispor ê berê Mûsa Orhan ku ji ber “destavêtinê” ya li hemberî Îpek Er beriya niha bi 10 salan hat cezakirin, vê carê jî di doza bi sûcdariya “teşwîqkirina xwekuştinê” beraat kir.

Di doza Îpek Er de ku piştî êrişa destavêtinê jiyana xwe ji dest da, biryareke nû hate dayîn. Çawişê pispor ê berê Mûsa Orhan ku beriya niha ji ber sûcê “êrişa destavêtinê” hate mehkûmkirin, vê carê di darizandina ji ber sûcê “zext-hewldana xwekuştinê” de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 1emîn a li Êlihê beraat kir.

Dadgehê di biryara xwe ya 22yê Cotmeha 2026an de ragihand ku ji bilî gumanê delîleke şênber nehatiye dîtin ku Mûsa Orhan berê Îpek Er daye xwekuştinê, yan jî teşwîq kiriye yan jî biryara xwekuştinê xurt kiriye.

Ji ber nameya ku Îpek Er li pey xwe hişt, beyanên şahidan, gotinên ku ji xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê re got û mehkûmetiya têkildarî êrişa destavêtinê ya der barê Mûsa Orhan de hate dayîn, vê biryarê bal kişand. Dadgehê hikûm da ku ev delîl têrê nake ku sûcê ‘teşwîqa ji bo xwekuştinê’ ispat bike.

Li ser giliya Îpek Er lêpirsîn hat destpêkirin

Îpek Er 7ê Tîrmeha 2020î serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê da û giliyê çawişê pispor Mûsa Orhan ê li Beşîrî kir. Îpek Er diyar kir ku Mûsa Orhan dest avêtiye wê û li ser vê yekê lêpirsîn hate destpêkirin.

Er di 16ê Tîrmeha 2020î de nameyek li pey xwe hişt û li mala xwe hewl da bi tivinga nêçirê dawî li jiyana xwe bîne. Di nameyê de qalê kir ku Mûsa Orhan destdirêjî lê kiriye.

Îpek Er ku bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê, piştî 34 salên dermankirinê 18ê Tebaxa 2020î jiyana xwe ji dest da.

Mûsa Orhan 16ê Tîrmeha 2020î hate binçavkirin û ji wezîfeyê hate dûrxistin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Daxwaza girtinê hat redkirin

Piştî ku Îpek Er jiyana xwe ji dest da, li nava raya giştî nerazîbûn mezin bû û li ser vê yekê Mûsa Orhan 19ê Tebaxa 2020î hate girtin. Piştî bi hefteyekê li ser îtiraza parêzerê wî ji bo bi rengekî negirtî bê darizandin hate berdan.

Berdana Mûsa Orhan bû sedema nerazîbûna rêxistinên jinan û nerazîbûneke zêde ya li ser medyaya dîjîtal. Piştî lêpirsîna têkildarî êrişa destavêtinê Orhan ji Fermandariya Giştî ya Cendermeyan hate avêtin.

Têkildarî Mûsa Orhan ji ber sûcê “êrişa destavêtinê” ya li dijî Îpek Er li Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Sêrtê doz hate vekirin.

Di rûniştina destpêkê de ku herî kêm 12 sal cezayê girtîgehê dihate xwestin, biryar hate dayîn ku Mûsa Orhan bêyî girtî bê darizandin. Daxwaza girtinê ya malbata Îpek Er û parêzeran hate redkirin.

Dadgehê di Kanûna 2021ê de ji sûcê “êrişa destavêtinê” 12 sal cezayê girtîgehê li Mûsa Orhan birî. Ceza ji bo 10 salan hate kêmkirin.

Dadgehê girtina Mûsa Orhan red kir û biryar da ku derketine derveyî welat lê bê qedexekirin.

Etîket: Îpek ErMûsa Orhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Daxwaza girtina Mûsa Orhan hat redkirin: Doz hat taloqkirin

12 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne