Dayikên Şemiyê di hefteya 1126emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Huseyîn Toraman ê ku 27ê Cotmeha sala 1991an de hatibû rewandin pirsîn.
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1126emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Huseyîn Toraman ê ku 1991an de li Stenbolê hatibû binçavkirin, pirsîn.
Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Oya Ersoyê xwend.
‘Huseyîn ji aliyê polîsan ve ve hatiye rewandin’
Oya Ersoyê diyar kir ku ew di hefteya 1126emîn de aqûbeta Huseyîn Toraman dipirsin û got: “Huseyîn Toraman 24 salî bû û di 27ê Cotmeha sala 1991an de li Stenbolê pêşiya mala xwe ji aliyê polîsan ve hate sekinandin. Pîleqaya wesayîtê 34 ATZ 56 bû û wesayît torosa spî bû. Polîsan Huseyîn Toraman bi zorê wesayîtê siwar kirin. Tevahî şeniyên kolanê jî şahidê vê rewandinê bûn. Piştî giliya şeniyên taxê polîs hat li cihê bûyerê lê piştî ku telefon ji wan re hat tu tişt nekirin û li cihê bûyerê çûn. Piştî wê rojê êdî tu agahî ji Huseyîn nehat destxistin. Bav Alî Riza Toraman çû qerekolê, polîsên qerekolê gotin ‘Huseyîn ji aliyê polîsên siyasî ve hatiye rewandin. Bav vê hevdîtine qeyt dike. Malbat bi vê qeydê serî li Gerînendeteyê Emniyeta Stenbolê yê wê demê Mehmet Agar û Wezeratê Navxwe yê wê demê Îsmet Sezgîn dike. Lê binçavkirin hate înkarkirin. Malbat ji bo Huseyîn Toraman bê dîtin serî li saziyê dewletê xiat lê tu pêşketin çênebû. Di 23yê Çileya sala 2012an de Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê dosyayê de biryara ‘neşopandinê’ da. Çend sal derbas bibê jî em ê li pey doza Huseyîn Toraman bin.“
Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.



















