• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Weşanxaneya Belkiyê 6 pirtûk der çûn

Amed / AW

23 COTMEH 2026 - 15:29
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Weşanxeya Belkiyê 6 pirtûkên nû weşand û belav kir. Ev her şeş pirtûkên nû li ber destên xwîneran e. Pirtûk ji helbest, lêkolîn, sînema, kurteçîrokan pêk tên.

Şeş pirtûkên din li refên pirtûkên Kurdî zêde bûn. Weşanxaneya Belkî ya li Amedê 6 pirtûkên nû weşand. Ev şeş pirtûk ên nivîskarên cuda ne û ji helbest, lêkolîn, çîrok û lêkolîna sînemayê pêk tên.

Cengîz Mamo pirtûka bi navê “Mem û Zîna Xanî di Hawarê de” lêkolîn kiriye û nivîsandiye. Hamîd Ersoz Xwez pirtûka helbestê “Stara Stêrkê” nivîsandiye. Erdal Kuzu pirtûka bi navê “Şop” kurteçîrok nivîsandiye. Sînemager Ardîn Dîren jî pirtûka bi navê “Vî zemanî her kes mîmarê sînemaya xwe ye” amade kiriye. Ayşegul Kizilkaya jî bi navê “Jin ji hezkirina mêran hez dikin” kurteçîrok nivîsandiye. Her wiha pirtûka bi navê “Amûda Bavê Min (Mehmûdname)” a ku ji helbestên Ehmed Huseynî jî pêk tê hatiye weşandin.

Weşanxaneya Belkiyê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal derçûna van pirtûkan belav kiriye.

‘Mem û Zîna Xanî di Hawarê de’

Ji bo pirtûka ‘Mem û Zîna Xanî di Hawarê de” ev yek hatiye gotin: “Armanca vê xebatê ew bû ku berhemeke neteweyî û kovareke milî bi hev re bên nirxandin. Kovara Hawarê hem malzaroka Kurdan e hem jî arşîva Kurdan e, belkî jî arkeolojiya Kurdan bi xwe ye. Vê lêkolîna ev herdu qerase anîn cem hev û bi hev re fesilandin. Bi rastî jî hem berhema Ehmedê Xanî ‘Mem û Zîn’ hem jî kovara ‘Hawar’ê heke yek bedena kurdayetiyê be ya din jî giyanê wê ye. Bi vê xebatê, me beden û giyanê kurdayetiyê di şexsiyeta berhema ‘Mem û Zîn’ û kovara ‘Hawar’ê de anîn cem hev. Ez bawer im ku di vê lêkolînê de hem ‘Mem û Zîn’ û hem jî kovara ‘Hawar’ê ji hêla milîbûn û netewetiyê ve tehma kurdayetiyê têra xwe vedihewîne.”

‘Şop’

Ji bo pirtûka “Şop” a Erdal Kuzu jî ev yek hatiye diyarkirin: “Tozeke mezin ji binê darê rabû. Zarokek ji darê pênc gav dûr ketibû û qîrînî pê ketibû. Yek jê li binê darê bi ser devê xwe ketibû û xarên wî ji bêrîka wî rijiyabûn, li dora wî û belav bûbûn. Vizviza kelmêşên ser gemarê dihat û kûçikên ku li ber siyê vezeliyabûn rabûbûn ser xwe dikirin ewtewt. Hinek mirovan serê xwe ji paceyan derxistibû, li cihê bûyerê dinêrîn, mêrikek tevî fanêre û bêcemê xwe û xwas ber bir dara tûye ve direviya, miroven li taxê ber bi darê ve diçûn. Dengê korneya erebeyan li ser hevdu dihat û ji dawiya taxê dengê etar dihat, digot; ‘Werin leganan!… Werin meteran!… Werin misînan!…’.”

‘Vî zemanî her kes mîmarê sînemaya xwe ye’

Ji bo pirtûka “Vî zemanî her kes mîmarê sînemaya xwe ye” ya Ardîn Dîren jî ev yek hatiye destnîşankirin: “Çi baş çi xerab îro mirov dikare behsa sînemaya Kurd bike û Kurd jî wek hemû netewe û civakên din li darê dinê bi sînemayê re mijûl in. Heta niha di vî warî de gelek berhemên hêja jî derketine holê. Ji bo sînemaya Kurd mirov dikare bi sedan kurtefîlm, belgefîlm û metrajdirêj nîşan bide. Bi hemû qelsbûn û kêmasiyên xwe sînemayek heye ku mirov li ser biaxive û nîqaş bike. Lê em ê van nîqaşan li ku û çawa bikin? Em ê van fîlman li ku û çawa temaşe bikin? Helbet ji bo mirov karibe van fîlman temaşe bike û nîqaşan pêş bixe pêdivî bi qadên cur bi cur hene. Mirov dikare bibêje ku yek ji van qadan ya herî girîng jî festîvalên fîlman in.”

‘Jin ji hezkirina mêran hez dikin’

Ji bo pirtûka kurteçîroka “Jin ji hezkirina mêran hez dikin” a Ayşegul Kizilkaya jî wiha hatiye gotin: “Ez wisa ber bi dojehê ve dimeşiyam ku çavên min ti tişt li ber çavên min nebûn. Di wê demê de zebelehên derûdora min jî xweş qilêfandibûn mencela ku ez ê di nav de rûnim. Mencelê hê tenî negirtîbû, bi agirê dilê min dibiriqiya. Qeresayan ji min re gotin ‘netirse, ku mencel reş bibe jî çi lê nayê, ew ê bibe çavşînka te. Em ê wê teniyê li eniya te bidin ku tu çavinî nebî’. Belê hema wisa gotin. Lê helbet wisa neqewimî, çavşînk ji ku, parastin ji ku, ez ketim reşbîniyeke bêserûber. Kuçikê xwe min ji dilê xwe kiribû jixwe, min agirê bin mencelê bi xwe dadida. Carinan min lavayê Xwedê dikir lê Xwedayê ku qedrê qeresayan digirt li qeraxa mencela ku tê de me rawestiyabû, temaşaya min dikir.”

Ji pirtûka, “Amûda Bavê Min” a Ehmed Huseynî jî ev riste hatine rêzkirin:

“Ew çi ye mîna mizgîniyekê ji dilê te diherike?
Ew çi bagereke rûreş e bi newqa te ve hildiperike?
Ew çi pêxemberekî tirsonek e ku li ber lingên te dirikrike?
Ew çi stêrk in li ser milên te diçirûsin?
Ew çi konên reş in, di kolanên henasa te de dimelisin?
Ew çi zemawend in, di gorepanên temenê te de poşman dibin?
Ew çi halan û govend in, di gurmegurma kêfxweşiya te de gumanbar dibin?
Ew çi tembîname ne di hibra çavên te de talan dibin?”

Di pirtûka “Stara Stêrkê” de jî ev riste hatine rêzkirin:

“Derd û kulan ez tengijandim
Êdî ez ji xwe re dixwazim
Wext li min teng bûye
Nema dikarim derdan deman bikim
Birînên min dereng dicebirin
Pişta min li min bûye piştî
Gîsinê min ko bûye
Gayên min pîr bûne
Di ber cotên civatê de
Misas ji destê min ketî
Qerem ji çogan şikestî”

 

Etîket: Weşanxaneya Belkî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne