Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr derbarê 16emîn salvegera doza KCKê de axivî û da zanîn ku bi operasyonên bi hinceta KCKê hatin destpêkirin, xwestin siyaseta demokratîk jî tasfiye bikin û wiha got: “Ji ber ku di qanûnan de guhertin tune ne, feraseta wê demê hê jî nehatiye guhertin.”
Li dijî bi dehan siyasetmedarên Kurd ku doza siyaseta demokratîk dikirin, operasyonên dewletê yên binçavkirin û girtinê ji salên 90î ve dest pê kir û bê rawestan heta serê sala 2025an berdewam kir. Bi sedan siyasetmedarên Kurd ku siyaseta demokratîk dikirin rastî zext û zordariyê dihatin. Ev kes bi tohmeta “endamtiya rêxistinê”, “alîkariya rêxistinê”, “rêveberina rêxistinê” dihatin tawanbarkirin. Piştî ku di hilbijartinên 29ê Adara 2009an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) serkeftinek mezin bi dest xist, kadroyên DTPê bi operasyonên qirkirina siyasî re rû bi rû man. Piştî hilbijartina xwecihî bi 15 rojan di 14ê Nîsana 2009an de li dijî siyasetmedarên Kurd bi destê endamên cemaeta Fethullah Gulen û bi piştgiriya desthilatê operasyonên qirkirina siyasî dest pê kir. Siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinê nsivîl bi tawanbariya “endamtiya Koma Civakên Kurdistan (KCK)” hatin desteserkirin. Bi navê “Doza KCKê” di 18ê Cotmeha 2010an de danişîna doza qirkirina siyasî dest pê kir, gelek kes rûbirûyî cezayên bêhiqûqî hatin. Desteserkirina hevşaredar û siyasetmedaran bi destê qanûnan hat asayîkirin û heta îro jî tê domandin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Bajarê Wanê û hiqûqnas Cemal Demîr derbarê salvegera destpêkirina darizandina doza sereke ya KCKê û rewşa îro de ji ajansa me re axivî.
‘Xwestin siyaseta demokratîk tesfiye bikin’
Cemal Demîr da zanîn ku ew kesên rastî operasyonan hatine, şaredar, endamên meclisan, hevserokên partiyan, nûnerên saziyên demokratîk û saziyên mafên mirovan bûn. Cemal Demîr bal kişand ser nêzikatiya dewletê ya li hember kesên ku siyaseta demokratîk meşandine û wiha got: “Di sala 2005an de di qanûnên Tirkiyeyê de guhertin çêbûn. Ew kesên ku şerê çekdarî jî ne dikirin, bi siyaseta demokratîk re mijûl dibûn jî wekî endamê rêxistinê dihatin tawanbarkirin û dihatine girtin. Operasyonên ku bi hinceta KCKê di 14ê Avrêla 2009an de hatin destpêkirin, ji wê demê ve roj bi roj zêdetir bûn û xwestin siyaseta demokratîk jî tesfiye bikin.”
‘Feraseta wê demê hê jî nehatiye guhertin’
Cemal Demîr destnîşan kir ku armanca van operasyonan astengkirina siyaseta demokratîk bû û desthilatdar ev yek bi destê dadgehan pêk dianî. Cemal Demîr da zanîn ku di 18ê Cotmeha 2010an de danişîna yekem a dozê dest pê kir û wiha pê de çû: “Gelek hevalên me rastî cezayên giran hatin. Bingeha van operasyonan rasterast astengkirina siyaseta demokratîk bû, bi vê armanca eşkere tevdigeriyan. Wê demê DTP hebû, siyasetmedar bi komî dihatin binçavkirin û desteserkirin. Ji ber ku di zagonan de guhertin tune ne, feraseta wê demê hê jî nehatiye guhertin. Dîsa îro qanûna endamtiya rêxistinê (TCK 304) wek berê berdewam dike, qanûna dijberî terorê (TMK) hê jî derbasdar e.”
‘Di pêvajoya îro de divê dewlet feraseta xwe biguhere’
Cemal Demîr li ser nêzikatiya dewletê ya li dijî hêzên demokrasiyê û muxalefetê sekinî û ev yek anî ziman: “Her çi qas di 27 Sibatê de pêvajoya aştî û civaka demokratîk hatiye destpêkirin jî dadgeh li ser van qanûnan biryarên xwe didin. Di heman demê de cezakirin berdewam dike, gelek kes li ser van esasan hê jî tên girtin, minakên şênber li ber çavan in. Li gorî rê û rêbazên hiqûqê helbet ev naya qebûlkirin; heke dewletek bêje ‘ez girêdayî hiqûqê me, ez dewletê li gorî zagonan bi rê ve dibim û ez parastina siyaseta demokratîk dikim’, divê van qanûnên dijberî demokratîkbûnê neparêze. Ev yek nakokiyan derdixe holê. Desthilatdariyê nedixwest muxalefetek demokratîk jî bimîne û bi taybetî zextên xwe li ser siyaseta demokratîk dimeşandin, îro jî heman astengî berdewam dikin. Eger dewlet bixwaze li gorî rihê pêvajoyê tevbigere, divê nêzikatî û feraseta xwe biguherîne, qanûnan biguherîne. Divê zagonên taybet ên li hember meşandina siyaseta demokratîk ji binî ve bên guhertin.”
‘Entegrasyona demokratîk tenê bi pergaleke demokratîk pêkan e’
Cemal Demîr di axaftina xwe de bal kişand li ser armanca ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Armanceke vê pêvajoyê demokratîkbûna Tirkiyeyê û her wiha li gorî rê û rêgezên demokratîk û hiqûqî çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Lê eger operasyonên li hemberî siyaseta demokratîk bidomin, ev yek nakokiyeke mezin datîne ber çavan û bawerî jî bi pêvajoyê çênabe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje ku; ‘Entegrasyona demokratîk tenê bi pergaleke demokratîk pêkan e. Eger di wê pergalê de hesasiyeta demokrasiyê tune be, li gorî rê û rêbazên demokrasiyê, wekheviyê, edaletê xwe neguherîne entegrasyon jî pêk nayê.’ Her çi qasî feraseta desthilatdaran biguhere jî, heta ku qanûnên dijberî siyaseta demokratîk û azadiyê neguherin pêvajo jî pêş ve naçe û entegrasyon jî gengaz nabe.”
‘Heke pêvajoyê bikin amûra desthilatdariyê ev pêvajo bi ser nakeve’
Bi domdarî Cemal Demîr bi bîr xist ku di sala 2013an de jî pêvajoyek çareseriyê hebû, di wê pêvajoyê de jî dewletê li gorî rihê pêvajoyê xwe neguherand û qanûn jî neguherandin. Cemal Demîr anî ziman ku şaşiyên di wê demê de hatin kirin bûn sedema xirabûna pêvajoyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hem operasyon berdewam dikirin, cezayên siyasî dihatin dayîn û hem jî pêvajo hatibû destpêkirin. Ev yek ne pêkan e û du alî nabe. Divê ev pêvajo nebe amûr û alava berjewendiyên hilbijartinan. Eger desthilatdar pêvajoyê bikin amûra desthilatdariyê, ev pêvajo tu carî serkeftî nabe. Êdî kes nikare kesî bixapîne. Eger li hemberî fedakarî û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Kurd, baskê din li gorî pêvajoyê tev negere û hesabên cuda hebe heyfa vê pêvajoyê ye.”
‘Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî divê bê diyarkirin’
Cemal Demîr derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşniyar û hişyariyên xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dîrokê de hate ceribandin ku pirsgirêka Kurd bi operasyonên leşkerî û siyasî nayê çareserkirin. 52 sal li ser derbas bûn, lê her dem heman tişt hatin dubarekirin. Divê ev derfeta dîrokî baş bê zanîn û li gorî wê bê tevbigerin. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jidil nêzî pêvajoyê dibin, dewleta Tirk jî divê li gorî vê yekê nêzî pêvajoyê bibe. Statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî divê bê kifşkirin da ku ev pêvajo bi tenduristî ser bikeve û encam bigire.”












