Li Tûnisê jin di serî de bi sedan kes li dijî xizanî, zext û krîza aborî daketin kolanan û peyama ‘Em paşve gav navêjin’ dan desthilatdariyê.
Jin û kesên ji paşxaneyên siyasî yên cihêreng li Tunisê daketin kolanan da ku li dijî rewşa aborî ya xirabtir, xizanî û sînordarkirina mafên bingehîn li welêt protesto bikin. Meşa neteweyî ku li ber avahiya Sendîkaya Giştî ya Karkerên Tûnisê (UGTT) dest pê kir û heta Şanoya Şaredariyê ya li paytextê berdewam kir, gelek daxwaz ji krîza aborî bigire heya mafên jinan, azadiya ramanê û serxwebûna dadweriyê anîn ziman.
Di meşê de gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan û jinan beşdar bûn. Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê, Komeleya Jinên Demokratîk, Dengên Jinan, Komeleya Piştgiriya Înisiyatîfên Sektora Çandiniyê, Baroya Tunisê, Sendîkaya Rojnamevanan û Foruma Mafên Aborî û Civakî ya Tunisê di nav rêxistinên ku piştgirî dan çalakiyê de bûn.
Daxwazên aborî, azadiya ramanê û daxwazên demokratîk
Xwepêşanderan daxwaza zêdekirina derfetên kar, bilindkirina hêza kirînê, kêmkirina lêçûnên jiyanê û baştirkirina xizmetên li nexweşxane û dibistanan kirin. Azadkirina kesên ku ji ber nerîn, çalakiyên xwe yên siyasî û sivîl hatine girtin, misogerkirina azadiya ramanê, çapemeniyê û civînên aştiyane û betalkirina qanûnên ku van mafan sînordar dikin jî di nav daxwazên sereke yên meşê de bûn.
Jinan her wiha daxwaz kirin ku dadwerî ji desthilata cîbicîkar serbixwe bibe, Dadgeha Bilind a serbixwe were hilbijartin, Dadgeha Destûrî were damezrandin û hilbijartin bi awayekî azad û dadperwer di bin çavdêriya dezgehek serbixwe de werin lidarxistin. Wan teqez kir ku divê gel bikaribe rêberên xwe bi rêya sindoqên dengdanê hilbijêre, çavdêrî bike û biguhezîne.
Di tevahiya meşê de, dirûşmeyên wekî ‘Kar, azadî, rûmeta neteweyî’, ‘Azadiya çapemeniyê xeta me ya sor e’, ‘Deriyên ji çapemeniyê re girtî ne, hucreyên ji hiş re girtî ne’, ‘Hikûmet, şerm li te be, biha pir bilind in’, ‘Em li ber xwe didin’, ‘Em şer dikin’ û ‘Em li dijî hemû hêzên paşverû di serhildanê de ne’ hatin berzkirin.













