Amed – Gelê Farqînê bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be, li dijî hişbir û fihuşê meş li dar xist û got: “Em ê Farqînê li hember hişbir, polîtîkayên li dijî jinan û civakê tên meşandin, bêdeng nemînin.”
Bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be ya Farqînê li ber parqa Rindexanê li dijî hişbir û fihuşê meş hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça, siyasetmedar, endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de pankarta, “Girêdayî nebe, Azad be” û dowîzên ku têkildarî mijarê hatibûn amadekirin hatin rakirin. Girseyê ji cihê meşê heya nav sûka Farqînê bênavber dirûşm berz kir û bang li gelê Farqînê kir ku tev li têkoşîna wan bin. Piştî meşê li ber Qaymeqamiya Farqînê daxuyanî hat xwendin. Daxuyaniyê Hevserokê DBPa Farqînê Mehmet Bakiroglu xwend.
‘Ev têkoşîn, berpirsiyariya hevpar a hemê gelê Farqînê ye’
Mehmet Bakiroglu da zanîn ku ew ê li Farqînê bi hev re li dijî hişbirê û fihûşê tekoşîna xwe bilind bikin û ev tişt gotin: “Têkoşîna li dijî hişbir û fihûşê ya ku civaka me, ciwanên me û pêşeroja me dike armanc, berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e. Li Farqînê em ê tu carî rê nedin ku pêşeroja tu ciwanên me bê tarîkirin û tu malbata me li hember van pirsgirêkan bi tenê were hiştin. Em bi têgihiştineke ku hevgirtina civakî û jiyaneke azad û tendurist dike bingeh, careke din bi awayekî xurt radigihînin ku em li dijî hişbirê û li dijî her cureyê kû pergala îstismarê ya bedena jinê dike armanc. Têkoşîna li dijî hişbirê û fihûşê tenê nikare li ser milê partiyên siyasî, saziyan an jî rêxistinên civakî yên sivîl bê hiştin. Ev têkoşîn, berpirsiyariya hevpar a partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, esnafan, malbatan, rêxistinên demokratîk û gelê Farqînê ye.”
‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’
Di dawiya axaftina xwe de Mehmet Bakiroglu diyar kir kû divê tu kes an beş li hember vê pirsgirêkê bêdeng an jî bêxem nemîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku em li Farqînê piştevaniya civakî mezin bikin, ciwanên xwe biparêzin û xwedî li pêşeroja xwe derkevin, em bang hemû beşan dikin ku li dora têkoşîna hevpar bibin yek. Em careke din bi eşkere diyar dikin, li Farqînê em ê li hember hişbirê, polîtîkayên ku li hember jinan û civakê tê meşandin bêdeng nemînin. Ji bo ku em pêşeroja ciwanên xwe, jiyana jinan û nirxên civakî yên gelê xwe biparêzin, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Em ê Farqînê bi hev re biparêzin, bi hev re xurt bikin û bi hev re xwedî li pêşeroja xwe derkevin, ji bo civakeke azad û demokratîk ev yek berpirsiyariya me hemûyan e.”
Daxuyanî bi çepikan dawî bû.




















