Parlementer Newroz Uysal Aslan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê serdana girtiyan kiriye, diyar kir ku li girtîgehê zimanê Kurdî tê astengkirin û anî ziman ku pêkutiyên li ser girtiyan zêde bûne.
Parlementerên DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan û Yilmaz Hûn û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê duh li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û piştî hevdîtinê li ber deriyê girtîgehê daxuyanî dan. Parlementer Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku piştî guhertina gerînendeyê girtîgehê zext zêde bûne û wiha got: “Gerînendeyê nû name, rojname û kovarên Kurdî qedexe kirine. Bi ser odeyên girtiyan de girtine û cihê wan guhertiye. Gerînendehê nû hatiye ji girtiyan re, ‘Ez pêvajoyê nas nakim’ dibêje. Ev gerînendeyê nû hatiye kî ye, hêza xwe ji ku derê digire?”
Newroz Ûysal Aslan destnîşan kir ku wan xwestiye ji bo çareserkirina pirsgirêkên tên jiyîn, bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin lê rayedaran bersiv nedaye wan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me xwest bi rayedaran re hevdîtinê pêk bînin lê gotin ‘karê me heye’ û ji hevdîtinê reviyan. Piştre jî bersiv nedan me. Ji bo ku bêqanûniya vir veşêrin, naxwazin hevdîtinê pêk bînin. Lê em li hember van pêkanînên wan bêdeng namînin.”
Newroz Ûysal Aslan herî dawî got ku ew ê li her derê, ji bo maf û azadiya girtiyan têkoşîna xwe bidomînin.













