Stenbol – Endama Lijneya Rêveberiyê ya DÎSK Basin-İşê Îzel Sezer derbarê tayînkirina qeyimê ser Halk TVyê û sansurên li ser medyaya dîjîtal diyar kir ku divê ev rastî bê gotin ku her êrişeke li ser çapemeniyê, rasterast êrişeke li ser mafê gel e ku bigihîje rastiyê û got: “Pêkanîna danîna qeyim êdî bûye rêbazeke sansura sîstematîk.”
Duh bi beşdariya sedan polîs qeyim tayînî ser Halk TVyê hate kirin. Hêrs û nerazîbûna li dijî tayînkirina qeyim û polîtîkaya sansurê didome. Di van saetên ku raya giştî bi vê tayînkirina qeyim ve mijûl bû, li ser gilîkirina ‘Serokatiya Ewelehiya Sîberê’ ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Xê hesabê Ajansa Mezopotamyayê yê Xê li Tirkiyeyê asteng kir. Di demên dawî de astengkirin, sansur û qedexekirina hesab û medyaya dîjîtal gihîştiye asta herî jor. Her wiha her roj bi sedan malper û nûçe tên astengkirin.

Endama Lijneya Rêveberiyê ya DÎSK Basin-Îşê Îzel Sezer derbarê tayînkirina qeyimê ser Halk TVyê û polîtîkaya sansurê de ji ajansa me re axivî.
‘Îbrahim Paşali qeyimê TELE1ê bû, îro jî qeyimê Halk TVyê ye’
Îzel Sezer diyar kir ku tayînkirina qeyim ji bo Halk TVyê û rawestandina weşana wê, destwerdaneke li azadiya çapemeniyê û mafê civakê yê wergirtina agahiyan e ku bi xala 29emîn û 30yemîn a Destûra Bingehîn hatine garantîkirin. Îzel Sezer anî ziman ku îdiayên ku bûne sedema destwerdana li Halk TVyê tenê dikarin bibin mijara darazê û wiha got: “Ev îdia nikarin bibin sedema desteserkirina qenalekê. Di tayînkirina qeyimê ser TELE1 TVyê de ku beriya salekê pêk hatibû, wê demê navê Îbrahîm Paşali hatibû bihîstin, îro jî heman nav di rojevê de ye. Îbrahim Paşali qeyimê TELE1ê bû, îro jî qeyimê Halk TVyê ye. Ev yek jî eşkere nîşan dide ku sepana qeyim êdî bûye rêbazeke sansura sîstematîk. Di vê pêvajoyê de rojnameger tên girtin, bi kelepçeyên elektronîk cezayê malê li wan tê birîn û nûçeyên derbarê sosretiya krîza fonê de tên rakirin. Di vê pêvajoyê de êdî rasterast mafê gihîştina agahiyan tê hedefgirtin. Em wekî sendîka vê destwerdanê bi tu awayî qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku danîna qeyiman bê rawestandin û mafên tu hevalên me yên kedkar neyê binpêkirin.”
‘Hesabên medyaya dîjîtal tên girtin û ekran tên tarîkirin’
Îzel Sezer da zanîn ku îro li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di qonaxeke pir giran û tarî de ye û wiha axivî: “Serdestên ku teknolojiyên dîjîtal di destê wan de ne, bi serdestên tundiyê re bi hev re dixebitin. Malper bi biryarên dadgehê an jî bi biryarên îdarî tên astengkirin, hesabên medyaya dîjîtal tên girtin û ekran tên tarîkirin. Ji aliyekî ve, hewl tê dayîn ku ragihandina dozên girîng, wekî doza Ekrem Îmamoglu, bê astengkirin û heta pirtûkên ku hê nehatine çapkirin jî tên qedexekirin. Ji aliyê din ve, rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi tedbîrên kontrola dadwerî tên bêdengkirin. Ev yek asta zextê ya ku Tirkiye gihîştiye, bi awayekî berbiçav nîşan dide. Li gorî Destûra Bingehîn, weşan û saziyên çapemeniyê nikarin bên astengkirin. Lê asta sansur û destwerdanê gihîştiye wê astê ku mafê gihîştina agahiyan, ku yek ji mafên bingehîn ê welatiyan e, ji holê tê rakirin.”
‘Divê li cihên kar xebatên piştgiriyê werin kirin’
Îzel Sezer destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayan gava yekem rawestandina polîtîkayên sansurê ye û wiha got: “Îro xwediyên qenal û saziyan, mixabin gelek caran ji gefên desthilatê zêdetir ji gefa rêxistinbûna xebatkaran ditirsin û tedbîran digirin. Rêveber jî dibin astengiya sereke ya li pêşiya sendîkabûnê. Divê saziyên çapemeniyê rêzê li mafên sendîkayî yên xebatkarên xwe bigirin, astengkirina rêxistinbûnê ji holê rakin û derfetê bidin qadên ku piştgiriya pîşeyî mezin dikin. Divê li cihên kar xebatên piştgiriyê werin kirin.”
‘Divê yekîtiyê veguherînin qadeke koordînasyona domdar û mayînde’
Îzel Sezer bi bîr xist ku erka herî bingehîn a çapemeniyê ew e ku ji hêza xwe ya agahdarkirina raya giştî haydar be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em rexneyên xwe ji bo perçebûna di navbera rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û sendîkayan de ku di demên krîzê de reaksiyonan lawaz dike, raber bikin. Divê em, wekî di daxuyaniya hevpar a 11 rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê de ya li dijî operasyona li ser Halk TVyê de hate kirin, yekîtiyê veguherînin qadeke koordînasyona domdar û mayînde. Divê ev mekanîzma, bêyî ku li nasnameya rojnameger, zimanê wan ê zikmakî, erdnîgariya ku lê nûçe çêdike an saziya ku tê de dixebite binêre, mafê kar yê hemû xebatkarên medyayê û mafê civakê yê agahdarbûnê bêşert û merc biparêze. Ya herî girîng, divê ev rastî bê gotin ku her êrişeke li ser çapemeniyê, rasterast êrişeke li ser mafê gel e ku bigihîje rastiyê ye. Divê bi hevkariya hemû rêxistinên kedê û partiyên muxalefetê re xetek têkoşînê ya girseyî were avakirin ku medyaya muxalîf were parastin.”














