Enqere – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û şandeya pê re bi armanca piştevaniyê Halk TV ku polîsan li ser girt û qeyûm tayînî kanalê hat kirin, serdana serdana buroya Enqereyê ya Halk TVyê kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Derdevka partiyê Ayşegul Dogan û şandeya pê re bi armanca piştevaniyê serdana buroya Enqereyê ya Halk TVyê a ku vê sibê polîsan li ser girtiye û qeyim hatiye tayînkirin, kirin.
Tulay Hatîmogullari di serdana de axivî tayînkirina qeyûmê li Halk TVyê hatiye kirin şermezar kir û wiha got: “Bi rojan e rojeva Tirkiyeyê krîza fonan e. Ji bo ku vê krîzê veşêrin zexte li çapemeniyê dikin û dixwazin muxalîfan bêdeng bikin. Em ê ji bo azadiya çapemeniyê, heta dawiyê têbikoşin.”













