• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbata Acar dixwaze gorên şehîdên xwe peyda bike

Serhat Toptaş / AW

4 COTMEH 2026 - 09:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Du xwişk Seda Acar (Amara Zîlan Ararat) û Kubra Acar (Amara Zîlan) li pey hev ji bo azadî û parastina hebûna gelê Kurd berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Dê û bavên her du xwişkan dixwazin cenaze û gorên keçên xwe peyda bikin û alîkariyê dixwazin.

Kubra Acar (Amara Zîlan) û Seda Acar (Amara Zîlan Ararat) xwişkên hev in û di sala 2014-2015an de tev li refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibin. Kubra Acar di 5ê Cotmeha 2016an de li navçeya Çêlê ye ya Colemêrge di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Seda Acar ku koda wê ya ewil Ezda Ararat bû, piştî şehadeta xwişk û rêhevala xwe navê wê li xwe dike û li ser navê wê têkoşîna xwe didomîne. Di demeke kin a piştî şehadeta Kubra Acar de Seda Acar jî li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê di êrişên hewayî de jiyana xwe ji dest dide. Malbat ev bi salan e ji bo cenaze û gorên zarokên xwe bibînin têdikoşin, lê hê jî cihê goristan û cenazeyên wan nayê zanîn.

Dê û bav Îpek û Seyîtxan Acar bi rêya ajansa me banga derxistina holê ya cenaze û gorên keçên xwe kirin.

‘Miroveke qencîxwaz bû’

Dayik Îpek Acar anî ziman ku wê di nav belengazî û xizaniyê de 5 keç û 2 kurên xwe mezin kiriye û wiha got: “Ji ber ku karê xwe yê rojane dikir, min qet bawer nedikir ku wê Seda tev li bibe. Gelek alîkariya malê û me dikir. Qencîxwaz bû, ji mirovan hez dikir û digot ‘dayê keledoşê çêbike, bila mamosteyê min bêne mêvandariyê keledoşê bixwin’. Sedayê gelek sevalan jî hez dikir û dema ew tev li dibe, pisîka wê jî ji mal der dikeve û êdî venagere.”

‘Piştî şehadeta xwişka xwe navê wê li xwe dike’

Îpek Acar destnîşan kir ku her du xwişkan jî gelek ji hev hez dikirin û her tim li ba hev bûn û her tiştên xwe bi hev re bikar dianîn. Îpek Acar diyar kir ku dema Kubra Acar tev li dibe nîşankirî bûye û ev tişt anî ziman: “Dema Seda tev li bû her tişt ber çavên Zîlan Araratê reş bû û bi veşartî amadekariyên xwe yên tevlibûnê kir, me nedizanî. Pêşiyê me agahiya şehadeta Amara Zîlan girt û piştî şehadeta Amara Zilan. Seda navê xwişka xwe girt û kir Amara Zîlan Ararat. Şehadeta Amara Zîlan jî ewilî bavê wê bihîst, salek piştre min li ser televîzyonê şehadeta Seda dît û wê çaxê min fehm kir ku navê xwişka xwe hildaye. Piştî çûna wan, me tu agahî ji wan negirt.”

‘Daxwaza wan dîtina çiyayên Kurdistanê bû’

Bav Seyîtxan Acar serbilindiya xwe anî ziman ku teşegirtina zarokên wî yên welatparêz ji bo wî dibe şanaziyek. Seyîtxan Acar destnîşan kir ku di dilê Amara Zîlan û Ezda Araratê de her tim dîtina çiyayên Kurdistanê û rêhevaltiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû ye û wiha axivî: “Di xebatên partiyê yên navçe û bajaran de jî cih digirtin. Dema Ezda tev li dibe notekê ji mamosteyê xwe yê dibistanê re dihêle û dibêje ku ‘heke ez di bin ala Tirkiyeyê de bijîm, ez ê di bin ala Kurdistanê de şehîd bikevim’. Daxwaz û xeyalên wan çiyayên Kurdistanê û dîtina Rêbertî bû. Biryar biryara wan bû. Dibe ku çûna wan em xemgîn kiribin, lê bi hezaran zarokên Kurdan li çiyayên Kurdistanê ne, dayik û bavên wan jî hene; me ew anî ber çavên xwe.”

Negihiştine cenazeyên keçên xwe

Di berdewamiya axaftina xwe de Seyîtxan Acar destnîşan kir ku ew ne cihê gorên keçên xwe zanin ne jî cenazeyê wan dîtinê û wiha pê de çû: “Di çapemeniyê de me dît ku hevala Amara Zîlan ku navê wê yê malbatî Kubra Acar e, şehîd ketiye. Piştre gotin cenaze di destê hevalan de ye, lewma dilê me rihet bû. Lê cenazeyên her du keçên min jî nediyar in. Dayika wan çû serî li walîtiyê û dozgeriya Colemêrgê da ku agahiyekê li ser cenazeya Amara Zîlan bigire; wan tu agahî nedan û ji dayikê re gotibûn ‘rast e, belê divê tu biçî qada ku şer lê qewimiye cenazeyê keça xwe û pê re jî cenazeyên leşkeran bînî’. Dayikê jî gotibû ez qebûl dikim lê divê hûn destûreke fermî bidin min da ku ez bikarim hemûyan jî bînim.”

‘Alikariya me bikin ku em gorên zarokên xwe bibînin’

Her wiha Seyîtxan Acar daxwaza alikariya dîtina cenazeyên keçên xwe kir û wiha di dawî li axaftina xwe anî: “Me testa xwe ya DNAyê jî da ku heke di destê dewletê de be, cenazeyên me bidin me. Xwediyên wan şehîdan hene û malbatên wan hene. Kurdên bişeref, birûmet, biwijdan ku şopa wan bi dil û can nas kiribin, ew şehîd şehîdên wan in. Banga min ji sazî û dezgehan re ye; cenazeyên me li ku derê bin, Başûr, Bakur di kîjan goristanê de bin em dixwazin peyda bikin. Hûn jî alîkariya me bikin û bila gorên keçên min bên diyarkirin. Daxwaza me ew e ku qet nebe ew agirê di dilê me de piçekê kêm bibe. Em alîkariya hevalên xwe û saziyên xwe dixwazin.”

Etîket: Amara ZîlanAmara Zîlan AraratÎpek AcarKubra AcarSeda AcarSeyîdxan Acar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne