Li Stenbolê di 33yemîn salvegera Komkujiya Vartînîsê de belgesela Vartînîsê hate hate nîşandan.
Di sala 1993yan de li gundê Vartînîsa Mûşê komkujiyek pêk hat. Salvegera 33yemîn a Komkujiya Vartînîsê ku leşkerên Tirk ji malbata Ogut 7 jê zarok 9 kes di mala wan de şewitandibûn,
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo Komkujiya Vartînîse belgeselek amade kir. Li Stenbolê Sinemaya Majestikê nîşandana belgeselê hate lidarxistin. Kesên ku xizmên xwe di komkujiyê de winda kirine, derhênerê belgeselê Omer Bîçer û gelek welatî tev li nişanda belgeselê bû. Piştî temaşekirina belgeselê Omer Bîçer spasiya xwe temaşvanan kir û bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.













