Di çarçoveya operasyonê li dijî Şaredariya Navçeya Eyupsultanê de serokê şaredariyê jî di nav de 28 kes hatin binçavkirin.
Pêla operasyona binçavkirin û girtinê ya li dijî şaredarên CHPê û Partiya Yeniyê berdewam dike. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Şaredariya Navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan avêt ser mal û avahiya şaredariyê. Li avahiya xizmetê ya şaredariyê lêgerîn hat kirin. Di operasyona serdegirtinê de Serokê Şaredariyê Mithat Bulent Ozmen jî di nav de 28 kes hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de gumanbar bi “endamtiya rêxistina sûc”, “bertîlgirtin”, “bertîldan” û “gendeliya di îhaleyê de” hatin binçavkirin.













